PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Çiya Kurd: Navenda şerê heyî Kurdistan e û divê kurd xwedî stratejiyeke hevpar bin

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd da zanîn ku dewleta tirk dixwaze li herêmên dagir kirin mayînde be û navenda êrîşên li dijî Kurdistanê ye. Çiya Kurd got ku navenda alozî û şerê li herêmê Kurdistane û ji bo parastina destkeftiyan, divê kurd li dijî vê rewşê xwedî stratejiyeke hevpar bin

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî aloziya Sûriyeyê, hevdîtinên bi Rûsya û Şamê re, hevdîtina Mûhaberat-MÎT’ê, gef û dagirkeriya dewleta tirk a li herêmê, şerê li Idlibê û yekitiya neteweyî ji ANF’ê bi Ersîn Çaksu re axivî.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku armanca bingehîn a kiryarên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xerakirina yekparebûna xaka Sûriyeyê ye û wiha got: “Dixwaze parçeyeke Sûriyeyê desteser bike. Dewleta tirk siyaseta mayîndebûna li herêmê dimeşîne. Li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke civakî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk heye. Ji ber ku niha beşek ji xaka Sûriyeyê dagirkirî ye. Gelek hêz û derdor ji vê yekê aciz in. Şam jî ji vê aciz e. Şam ji hin lihevkirinên dewleta tirk û Rûsyayê aciz e. Li dijî vê yekê hin daxuyanî dan. Em vê girîng dibînin. Em piştgiriyê didin hewldanên ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta tirk.”

Hevdîtinên Enqere û Şamê

Di berdewamê de jî Çiya Kurd destnîşan kir ku heta beşek ji xaka Sûriyeyê bi vî rengî dagirkirî be nepêkane ku qala çareseriyeke siyasî bê kirin û wiha dom kir: “Mesela Rûsya ev demeke hewl dide Enqere û Şamê nêzî hev bike. Hin peymanên berê hebûn. Mînak; duh li Moskovê di navbera her du aliyan de hevdîtin pêk anî. Bi vegerandina aliyan li hin peymanên berê dixwaze vê yekê pêk bîne. Yek ji van peymanan jî Mutabaqata Edeneyê ye. Helwesta me ya li dijî vê peymanê diyar e. Em weke peymaneke li dijî gelan, bi taybetî peymaneke li dijî gelê kurd dibînin. Em hemû dibînin ku çareserî di vir de nîne. Qebûlkirina peymanên li derveyî îradeya gelên herêmê hatiye kirin li aliyekî, ger çareserî tê xwestin, hingî divê peymanên bi vî rengî hemû yên li derveyî îradeya gelan hatine îmzekirin ji nû ve bên nirxandin.”

‘Ji bo çareseriya siyasî hîn bi Şamê re hevdîtineke yekser dest pê nekiriye’

Bi domdarî jî Çiya Kurd bal kişand ser hewldanên Rûsyayê yên ji bo destpêkirina diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de û ev nixandin kir: “Di encama van hewldanan de di dema dagirkeriya dewleta tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî de di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de lihevkirineke leşkerî çêbû. Rûsyayê piştî vê lihevkirina leşkerî ji bo destpêkirina diyalogeke siyasî soz da. Li ser vê bingehê ji bo çareseriyeke siyasî Rûsyayê bi Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir. Bi heman rengî bi Şamê re jî hevdîtin kir. Pêşniyarên çareseriyê yên her du aliyan wergirt û ji aliyê hember re ragihand. Lê belê ji bo çareseriyeke siyasî bi Şamê re hîn hevdîtineke yekser dest pê nekiriye. Lê belê hewldan hene û dewam dikin.”

‘Rûsya hewl dide Rêveberiya Xweser û Şamê bixe heman bloqê’

Bedran Çiya Kurd got ku bi dîtina wan, Rûsya hewl dide Rêveberiya Xweser û Şamê nêzî hev bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwaze her du aliyan di bloqekê de bîna ba hev û bixe bin înîsiyatîfa xwe. Bi vî rengî dixwaze li Sûriyeyê hîn bi bandor be. Bêguman di vê mijarê de nêrînên me hene. Ji bo şêweyê çareseriyê nêrînên me hene. Em dibêjin, divê rêveberiya herêmê, rêveberiya xweser, bi sazî, parastin û îradeya xwe bê naskirin û bi destûra bingehîn bê mîsogerkirin. Çareseriyeke siyasî bi vî rengî dikare pêk were. Naxwe mîna gotina Şamê vegera li dema beriya sala 2011’an nabe.”

‘Di dagirkirina herêmê de DYA, Rûsya û dewleta tirk li hev kirin’

Çiya Kurd piştre jî bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li Girê Spî û Serêkaniyê û ev tişt anî ziman: “Ev dagirkerî bi tifaqa sê alî ya di navbera DYA, Tirkiye û Rûsyayê pêk hat. Piştî ku DYA ji herêmê vekişiya Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeriya tirk re hate hiştin. Kobanê, Minbic û xeta sînor jî ji Rûsyayê re hate hiştin. Ji Dêrikê û Tirbêspiyê heta Dêra Zorê li herêmên petrolê DYA bi cih bû. Ev tablo nîşan dide ku ev rewş di encama lihevkirina sêalî de pêk hatiye. Li ser vê bingehê ev hêzên li herêmê bi hev şêwirîn û ji nû ve bi cih dibin. Di encama lihevkirina DYA û dewleta tirk de Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Di encama lihevkirina Rûsya û dewleta tirk de jî Efrîn hate dagirkirin. Lewma em her tim bi guman nêzî kiryarên van welatan dibin.”

‘Projeya dewleta tirk ji bo Rûsya û rejîmê jî gefeke mezin e’

Çiya Kurd da zanîn ku dagirkirina Efrîn, Idlib, Ezaz, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo Rûsya û rejîmê gefeke mezine û ev tişt destnîşan kir: “Ev projeya dewleta tirk projeya parçekirina Sûriyeyê ye. Komên terorê yên ku li van herêman bi cih kiriye gefê li her kesî dixwin. Di serî de gefê li hebûn û yekparebûna dewleta Sûriyeyê dixwin. Gefên dewleta tirk û komên wê yên çete yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî nebûne. Em neçarin ku hesabê xwe her tim li gorî hebûna van gefan bikin.”

Lihevkirina di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de

Têkildarî lihevkirina leşkerî ya HSD û artêşa Sûriyeyê jî Çiya Kurd ev agahî dan: “Ev yek ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê bû. Ger ev bi ser bikeve, di hêla siyasî de dikare gelek karên din bên pêşxistin. HSD û artêşa Sûriyeyê ji Serêkaniyê heta Idlibê dikarin bi hev re li dijî dagirkerî û terorê têbikoşin. Lê belê weke ku me di destpêkê de got, ev yek bi lihevkirineke siyasî dibe. Têkoşîna leşkerî ya hevpar bi tifaq û peymana siyasî ya hevpar dibe. Naxwe dê qels bimîne. Weke ku em timî dibêjin, tifaqeke di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê de, tifaqeke di navbera HSD’ê û artêşa Sûriyeyê dê Sûriyeyê xurt bike. Ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve dê Sûriyeyê xurtir bike.”

‘Divê kurd stratejiyeke hevpar ava bikin’

Herî dawî jî Çiya Kurd wiha got: “Navenda gefên li dijî tevahiya Kurdistanê, dewleta tirk e. Yê ku berê komên çekdar dide gelê me, dewleta tirk e. Yê ku li Kerkûk, Mûsil, Şengalê berê van çeteyan da Herêma Kurdistanê dîsa dewleta tirk e. Lewma gefên tên xwarin hevpar in. Li dijî van gefên hevpar divê em nêrîneke hevpar destnîşan bikin. Mînak; yê ku destpêkê li ber referandûma li başûrê Kurdistanê rabû dewleta tirk bû. Hem bi Bexdayê hem jî bi Tehranê re têkilî danî û bi ser Herêma Kurdistanê ve çû. Bi taybetî rageşiya di navbera DYA û Îranê, rewşa kaotîk a li herêmê afirandina stratejiyeke hevpar li me ferz dikin. Ji ber ku xuya ye ev şer wê kûr bibe. Dibe ku vê gavê di navbera DYA û Îranê de şerekî yekser rû nede, lê belê qadên hesabpirsînê dê Iraq û Sûriye be. Ji ber ku xeta ku her du hêz xwe digihînin hev Iraq û Sûriye ye, lewma rojava û başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê li dijî senaryoyên gengaz divê rojava û başûrê Kurdistanê û parçeyên din ji bo parastina berjewendiyên me yên hevpar di nava têkiliyeke baş de bin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar