Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Kongreya HDP’ê dê bibe bersiva polîtîkaya şer a hikûmetê’

Hevserokên KCD, HDK, HDP û nûnerên partiyên pêkhateyên HDP’ê li Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de hat gotin ku tevî hemû zextan jî HDP dê di 23’yê sibatê de kongreya xwe li dar bixe û dê ev kongre ji polîtîkaya şer re bibe bersivek. Axaftvanan destnîşan kir ku hewcehiya dewleta tirk bi demokrasiyê heye û ji bo vê jî hewcehî bi avakirina tifaqa demokrasiyê heye

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu, hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û partiyên pêkhateyên HDP’ê li otêleke Beyoglu ya Stenbolê bi rojnamegeran re civiyan.

Di civînê de ji ewil cîgirê hevserokên giştî yên HDP’ê Azad Bariş axivî û diyar kir ku tevî zext û zehmetiyên heyî jî HDP têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne. Piştre jî hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî û destnîşan kir ku beriya kongreya wan ku dê di 23’yê sibatê de pêk bînin,  di bin zexteke mezin de ne û wiha domand: “HDP têkoşîna azadî û aştiyê dide. Îktîdar îro tenê HDP’ê hedef digire. Tevî zext, girtin û binçavkirinan jî li ser pêya ne.”

Zextên li ser HDP’ê

Buldan destnîşan kir ku bi hêvî ne ku kongreya wan bi tevlêbûneke xurt pêk bê û wiha got: “Kongreya me li dijî polîtîkaya şer dê bibe bersivek. HDP û pêkhateyên xwe hemû planên li dijî xwe xera kirin. Bi serkeftinên di hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê de me hêza xwe nîşanî her kesî da. Di nava du salên dawî de herî kêm 5 hezar endamên partiya me hatin binçavkirin û bi hezaran jî hatin girtin. Her wiha 25 hevşaredarên me hatin girtin û qeyûm tayînî 32 şaredariyan kirin. Îktîdara ku nikare me di hilbijartinê de têk bibe, bi dizî û xespê şaredariyên me desteser dike.”

‘Pêdivî bi edaleta civakî heye’

Bi domdarî jî Buldan ev tişt anî ziman: “Hewcehiya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye. Li hundir û derve pêdivî bi aştiyê heye. Em têkoşîna vê didin. Pêdivî bi edaleta civakî heye. Ji bo vê jî ya ku dikeve ser milê me em ê bikin. Li ser çapemeniyê jî ambargoyeke mezin heye û çapemeniya ku rastiyan dinivîsîne tê cezakirin. HDP têkoşîna azadiya çapemeniyê jî dide. Her wiha li vî welatî jin tên kuştin. Em wek HDP’ê têkoşîna ji bo mafên jinan didin.”

‘Pirsgirêka herî mezin a vî welatî demokrasî ye’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî axivî û wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di vê pêvajoyê de jî em ê kongreya xwe li dar bixin. Hema li gelemperiya cîhanê îktîdarên otorîter hene. Îktîdar pirsgirêkên heyî kûrtir dikin. Pirsgirêka herî mezin a vî welatî demokrasî ye. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Encamên hilbijartina xwecihî ya 31’ê adarê hêviyeke xurt da Tirkiyeyê. Divê hemû kesên li Tirkiyeyê bên cem hev û tifaqa demokrasiyê ava bikin. Kongreya me banga ji bo hevdîtineke mezin e. Em dixwazin têkoşîn û siyaseta xwe hin berfirehtir bikin.”

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu û hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axaftinên kurt kirin û qala pirsgirêkên li pêşiya demokrasiyê û aştiyê kirin û bal kişandin ser rêxistinkirina civakê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar