Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li dijî avahiya HDP’ê ya Stenbolê êrîşa çekdarî

HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesekî ‘nenas’ îro ber bi danê êvarê ve bi çekan êrîşî avahiya partiya wan a Stenbolê kir. Hat zanîn ku êrîşkar piştî êrîşê jî xwe spart polîsan

Komîsyona Çapemeniyê ya Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku îro saet di 15:00’an de li dijî avahiya HDP’ê ya Stenbolê ji aliyê kesên nenas ve êrîşeke çekdarî hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê, 7 caran gule li avahiyê hatiye reşandin. Hate ragihandin ku bi şensê tiştek bi kesî nehatiyê û der barê bûyerê de lêkolînê dest pê kiriye. Li gorî agahiyan, êrîşkar piştre xwe spartiya Gerînendetiya Emniyetê ya li Beyogluyê ya li heman kolanê. Hate ragihandin ku êrîşkar li avahiya emniyetê ye.

Bi berdewamî jî HDP’ê di daxuyaniyê de ev tişt destnîşan kir: “Bi destê çeteyan li dijî avahiyên me yên partiyê gelek caran êrîşên bi vî rengî hatin kirin. Bi rêya van êrîşan tê xwestin ku rêveber, endamên partiyê û gelê me bitirsînin. Li dijî êrîşên faşîst û çeteyan em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk bînin ziman.”

Hat ragihandin ku dê bi vê armancê saet di 16:30’an de parlamenter, rêveber û gel li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar