Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Tifaqa Kurdistanî dê li Amedê ‘Komxebata Yekitiya Neteweyî’ li dar bixe

Tifaqa Kurdistanî di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de dê di 18-19’ê çileyê de li Amedê Komxebata Yekitiya Neteweyî li dar bixe

Xebatên ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya kurdan berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên yekitiyê de Tifaqa Kurdistanê ku li bakurê Kurdistanê ji hêla 9 partiyên kurd ve hatiye avakirin, dê di 18-19’ê çileyê de li Amedê ‘Komxebata Yekitiya Neteweyî’ li dar bixe. Hat zanîn ku komxebat dê li otêleke Sûr a Amedê bê lidarxistin. Her wiha di komxebatê de dê 3 mijarên esasî bên nîqaşkirin.

Ji bo destnîşankirina modêleke mayînde ya yekitiyê dê beşdarên komxebatê weke mijara destpêkê hewl bidin pirsên weke ‘Gelo ji bo tifaqeke mayin de meclisa neteweyî,  kongreya neteweyÎ yan eniya demokratîk?’ bibersivînin.

Mijarên ku dê bên nîqaşkirin

Hat zanîn ku dê di komxebatê de modêlên Tevgera Yekitiya Neteweyî ya Kurdan (TEVKURD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), cerebeyên Herêma Federa ya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Eniya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) û modelên yekitiya neteweyî yên cîhanê bên nirxandin û li gorî vê jî dê nav, bername û xebata wê bê diyarkirin.

Mijara duyemîn a komxebatê de jî dê ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya tifaqa neteweyî ya mayînde û hevparîbûna di nirxên neteweyî de dê nîqaş bên meşandin.

Her wiha mijara sêyemîn a komxebatê jî têkildarî êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan e. Ji bo parastina van destkeftiyan dê Komxebata Tifaqa Kurdistanî nexşerêya xwe destnîşan bike.

Partiyên di nava tifaqê de cih digirin

Partiyên ku di Tifaqa Kurdistanî de cih digirin wiha ne: “Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (AZADÎ), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşger û Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar