Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

YBŞ: Her şehîdekî me ji bo me fermaneke rêya azadî û serkeftinê ye

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê wan ê giştî Zerdeşt Şengalî û 3 şervanên wan din di êrîşa hewayî ya dewleta tirk a li dijî Dîgurê yê Şengalê de şehîd bûne

Fermadariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrîşa hewayî ya dewleta tirk a di 15’ê çileyê saet di 10.30’an a li dijî Şengalê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê wiha ye:

“Di roja 15’ê çileyê seat di 10:30’an de dewleta tirk a dagirker û hov bi balafirên bêmirov ên bi çek ( SÎHA ) ve li gundê Dîgurê yê girêdayî nahiya Sinûnê êrîşê gelê me û şervanê me kir.

Di vê êrîşê de hevrêyên me Zerdeşt Şengalî, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî gihîştin şehadetê û hevalekî me jî birîndar bû.

Dewleta Iraqê û hêzên koalîsyonê divê ji êrîşan xwe berpirsyar bibînin

Ev êrîşên ku dewleta tirk a dagirker li ser gelê me pêk tîne ji bo me û gelê me tu ferqa xwe ji êrîşên DAIŞ’ê nîne. Ev êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk ve li ser gelê me û şervanên me pêk tîne, lazim e dewleta Iraqê xwe li hemberî van êrîşan berpirsyar bibîne. Dewleta Iraqê jî û her kes jî dizane ku YBŞ li Iraqê de hêzekî fermî ye. Rûxmê ku tê zanîn jî çima dewleta Iraqê dihêle ev pênc carin dewleta tirk êrîşî me û gelê me dike. Lazim e dewleta Iraqê rê nede ku ev êrîşên wisa pêk werin û bêdeng nemîne. Em heman tiştî ji bo hêzên koalîsyonê jî dibêjin, lazim e koalîsyon jî xwe berpirsyar bibîne.

Divê gelê me xwedî li fermandar û şervanên xwe derkeve

Gelê me lazim e vê tiştî baş û rast bixwîne, xwedî li fermandarê xwe yê mezin Zerdeşt Şengalî, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî derbikevin. Çawa ku gel di Iraqê de xwedî li Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Mûhendis derketin, lazim e gelê me jî xwedî li fermandar û şervanên xwe derbikevin. Ji bona van çar şehîdên xwe em ê bi biryardarî û cesaret her tim xurt tevbigerin, di her kêliyê de ji bo bîranînên wan kar û xebat bikin.

Hedefên ku van qehremanên mezin dixwestin pêk bînin em ê xwe bigîhîjînin wan hedefan. Bila dijminê me û dostên me bizanibin ku kesek nebêje ew ê bi van êrîşan lawaz bikevin, berovajî wê em ê xurtir bibin. Her şehîdekî me ji bo me fermaneke ya rêya azadî û serkeftinê ye.

Em di serî de ji malbatên xwe û hemû gele xwe sersaxiyê dixwazin. Dubare soza mezinkirina têkoşîna rêhevalên xwe didin.”

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav- Zerdeşt Şengalî

Nav û Paşnav: Nezar Bapîr Mûrad

Navê Dayik û Bav: Kinê Salim – Bapîr Mûrad

Cih û Dîroka Şehadetê: 15-01-2020- Şengal/Dîgurê

***

Nasnav: Şervan Cîlo

Nav û Paşnav: Eymen Bapîr Mûrad

Navê Dayik û Bav: Kinê Salim/ Bapîr Mûrad

Cih û Dîroka Şehadetê: 15.01.2020- Şengal/Dîgurê

***

Nasnav: Hemîd Şengalî

Nav û Paşnav: Hemîd Xelîl Qasim

Navê Dayik û Bav: Xanê Keso- Xelil Qasim

Cîh û Dîroka Şehadetê: 15.01.2020- Şengal/Dîgurê

***

Nasnav: Êzdîn Şengalî

Nav û Paşnav: Elî Hiseyn Xidir

Navê Dayik û Bav: Nora Xidir – Hiseyn Xidir

Cîh û Dîroka Şehadetê: 15.01.2020- Şengal/Dîgurê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar