HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 13’ê çileyê de li Heftanînê ketin kozikên leşkerên artêşa tirk û di encamê de 5 leşkerên tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya hêzên wan a di 13’ê çileyê de li Heftanînê pêk anîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di 13’ê çileyê saet 12:30’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike de avêtin ser leşkerên li ser girekî li nêzî Girê Partîzan û wiha domand: “Hêzên me ketin çeperên li ser gir û ji cihekî nêz ve li leşkerên dijmin xistin. Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên 5 leşkeran û 2 çekên AK-47 (Kalaşnîkov), bombeyeke destan, rextekî HK-33 û gelek alavên leşkerî ji ser leşkerên dagirker rakirin.”
Di berdewamê de jî HPG’ê ev agahî parve kirin: “Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên êrîşê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsy ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriya.” BEHDÎNAN