Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

‘Mirovek 70 salî çawa ji bo dewletê dibe gef?’

Girtiya nexweş Sitî Goren tevî nexweşiya xwe ya giran  saleke û du meh in li girtîgehê têkoşîna jiyanê dide. Kurê Sitiyê bang li komeleyên mafên mirovan kir ku dayika wî rizgar bikin

Li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 457 jê giran, bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş ên ku divê bên berdan hene. Di sala 2019’an de bi dehan girtiyên siyasî tevî Rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û jiyana xwe ji dest dane. Yek ji girtiyên nexweş dayika jî Sitî Goren a 70 salî ye.

Dayika Sitî di sala 2011’an de bi îdaya ‘Endama rêxistinê’ tê girtin, 9 mehan li girtîgeha Bedlîsê dimîne û piştre tê tahliyekirin. Dayikê piştî tê tehliyekirin ji aliyê dadgeha bilind ve 3 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ku lê tê birîn tê erkirin û di sala 2019’an de meha mijdarê de tê girtin û dişînin girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Di her du milên dayika Sitî de platîn heye û nexweşa şekir û tansiyonê ye.

‘Dayika min jineke 70 salî ye’

Têkildarî rewşa dayika Sitî kurê wê Îsa Goren agahî dan û anî ziman ku dayika wî nikare li girtîgehê bimîne, rewşa wê her ku diçe giran dibe û wiha got: “Dayika min di sala 2011’an de 9 mehan li Girtîgeha Bedlîsê de ma. Piştî ku ji aliyê dadgeha bilind ve cezayê wê hat erêkirin di sala 2019’an de hate girtin. Dayika min ev salek û du meh in li girtîgehê têkoşîna jiyanê dide. Hîna 7 meh cezayê dayika min heye. Dayika min nexweş e û rewşa wê jî  giran e. Hem her du milên wê şikestine û milên wê de  platîn heye  û hem jî nexweşiya wê ya tansiyon û şekirê heye. Dayika min nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Bi alîkariya hevalên xwe yên girtîgehê pediviyên wê tên bicihanîn. Dayika min jineke 70 salî ye dê çi zirara wê bigihîje kê? Em dixwazîn dayika min bê berdan.”

‘Li erdê kaş dikin dibin revîrê’

Goren da zanîn ku ji ber dayika wî di bin şert û mercên girtîgehê de dijî di çûyîna revîrê de zehmetiyan dikêşîne û got ku di hevdîtina herî dawî de gotibû ku ew van şert û mercan şermezar dike û ji ber wê jî êdî naçe revîrê û ev tişt anî ziman: “Dayika min bê sedem hatiye girtin. Tu sûcê wê tune ye. Miroveke 70 salî ji bo dewletê çawa dibe gef? Di hevdîtina herî dawî de dayika min got ‘Ez dixwazim bêm berdan û di bin şert û mercên girtîgehê de ez êdî nikarim zêde li ber xwe bidim’  Her roj dayika min dibin revîrê. Ji ber ku nexweşiya wê giran e di çûyîn û vegerê de zehmetiyê dikêşîne. Di hevdîtina herî dawî de ji me re got min kaş dikin dibin tînin ez ji vê yekê pir zêde aciz im û ji bo şermezarkirin şert û mercên girtîgehê ez çûyîna revîrê qebûl nakim û ez êdî naçim. Wekî ku hinekan birevînin wisa dibin revîrê.”

‘Dayika min rizgar bikin’

Di dawiya axaftina xwe de Goren bang li saziyên  mafên mirovan kir ku li dijî van binpêkirinên mafan bêdeng nemînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tu zirara dayika min ji kesî re nine. Ji vê zilmê re êdî bes e. Ez dixwazim ku dayika min bê berdan. Divê dayika min ne li girtîgehê, li derve tedawiya xwe bibîne. Wekî malbat em dixwazîn sazî û komeleyên mafên mirovan dengê dayika min bidin bihîstin û dayika min rizgar bikin. Dayika min divê bê berdan û di nav şert û mercên baş de tedawî bibe.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar