Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

TEV-DEM: Ji êrîşên li dijî Şengalê NY û civaka navdewletî berpirsyar e

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Şengalê şermezar kirin. TEV-DEM’ê da zanîn ku dê ev êrîş nekarin vîna wan bişikînin. TEV-DEM’ê daxuyand ku ji van êrîşên dewleta tirk di heman demê de civaka navdewletî û NY jî berpirsyarin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der bar hedefgirtina dewleta tirk a Şengalê û fermandarên YBŞ’ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Şer û nakokiyên li herêmê her ku diçe zêdetir dibin. Her wiha herêm derbasî rewşeke xeternak bû. Sedema vê jî hesabên siyasî yên ku destwerdana Sûriyeyê kirine. Bi van hewldanan jî diyar dibe ku di navbera van hêzan de peymanên kûr û veşartî hene.

Dewleta tirk a dagirker a ku hêza xwe bi hêzên dewletên koalîsyonê re dipîve û hewl dide sûdê ji hebûna Amerîka û Rûsyayê ya li herêmê wergire, hewl dide xewnên xwe yên li herêmê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de jî li ber çavên civaka navdewletî, li her deverekê li dijî gelê kurd û kesayetên niştimanî yên Kurdistanê êrîşên hewayî pêk tîne.

Êrîşên li dijî Şengalê dê vîna me nekarin bişikînin

Lê belê divê dewleta tirk baş bizane ku êrîşên li dijî Şengalê dê nekarin vîna bişikîne. Berevajî wê, dê ev êrîş israra me ya di berxwedan û têkoşînê de xurtir bike. Bi rasthatina ahengên cejna Batîzmê ku civaka êzdî li Rojava û Şengalê pîroz dike, dewleta tirk qanûnên navdewletî binpê kirin û bi balafirên bêmirov li dijî YBŞ’ê bi awayekî hovane êrîş pêk anî. Di encama êrîşê de fermandarê giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bûn. Ev kiryar ne kiryara yekemîne ku dewleta tirk li dijî gelê Şengalê pêk tîne.

Bêdengiya Iraqê

Dewleta tirk a dagirker dixwaze nasname û çandên gelên ber bi azadî û jiyana birûmet ve diherikin, qir bike. Her wiha bi plangeriyeke bimetod hewl dide van herêman ji şêniyên wê yên resen vala bike û rewşeke bixof di nava pêkhateyên wê de biçîne û çete û terorîstan tê de bi cih bike. Lê mixabin, tevî ku YBŞ parçeyeke ji artêşa Iraqê ye û di têkbirina DAIŞ’ê de rolekî girîng lîst, der heqê van kiryarên dewleta tirk de bêdeng e.

Divê hikûmeta Iraqê helwesta xwe zelal bike

Lewre jî divê hikûmeta Iraqê li dijî van êrîşan helwesteke aşkera nîşan bide. Şandina şandeyeke leşkerî ya li cihê bombebaranê têrê nake û tenê ji bo spîkirina rûyê xwe ye. Em weke TEV-DEM’ê, civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî û di serî de jî NY’yê der heqê van sûcên dewleta tirk ên kuştin, wêrankirin û binpêkirinên li dijî gelên ku parastina maf û pîroziyên xwe dikin, berpirsyar dibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar