Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gunay Kubîlay: Berpirsyarê êrîşa li dijî avahiya me Soylu ye

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay got ku êrîşa li dijî avahiya wan a Stenbolê piştî hedefnîşandana Soylu pêk hatiye û diyar kir ku berpirsyarê êrîşî Suleyman Soylu ye

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane pêk anî û rojeva heyî nirxand.

Gunay Kubîlay di serî de êrîşa çekdarî ya li dijî HDP’ê bi bîr xist û wiha got: “Piştî daxuyaniyên Suleyman Soylu ya di roja sêşemê de ku HDP hedef nîşan da, li dijî avahiya HDP’ê ya Stenbolê êrîşeke çekdarî bû. Balkêş e, kesê ku êrîş kir li şûna ku bireve xwe spart Midûriyeta Emniyetê ya Beyogluyê. Berpirsyarê êrîşî Suleyman Soylu ye.”

Di berdewamê de jî Kubîlay anî ziman ku desthilatdariya li hemberî me parçe bi parçe ji hev dikeve û di nava bêçaretiya siyasî de ye. Kubîlay wiha domand: “Êrîşên tên kirin tirsa desthilatdariyê ya ketina ji desthilatdariyê ye. Êrîşên li dijî HDP’ê dê têkçûna wan zûtir bike.”

Herî dawî jî Kubîlay ev tişt destnîşan kir: “Em ê di rojên pêş de kongreya xwe ya mezin pêk bînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji perspektîf û bernameya siyasî ya çareseriya pirsgirêkan bêpare. Desthilatdariyeke nerewa ye û li her qadê ji çareseriyê dûr ketiye. Divê wezîfeya sereke ya hêzên demokrasiyê hebûyan be ku dema bê rêyeke nû ya pêvajoya siyasî vekin û bi rêyên demokratîk û rewa ji vê desthilatdariya siyasî rizgar bibin. Tekane partiya ku bi bernameyekê dikare pêşengiyê ji pêvajoya veguherîna demokratîk re bike, HDP ye. HDP partiyeke ku xwedî kadro, bername, tencrûbe û danheviya polîtîk e ku dikare pêşengiyê ji avakirina paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê re bike.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar