Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Komxebata Yekitiya Neteweyî dest pê kir

Komxebata Yekitiya Neteweyî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî îro li Amedê dest pê kir. Tê payîn ku di encama nîqaşan de ji bo avakirina yekitiya neteweyî dê nexşerêya yekitiyê bê diyarkirin. Xebata Tifaqa Kurdistanî komxebata xwe bi daxuyaniyekê dest pê kir û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bilî serxistina xebatên yekitiya neteweyî tu rêyên wan ên din nînin

Komxebata Yekitiya Neteweyî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî ku bi tevlêbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên kurd kom bûn, dest bi pê kir. Komxebat dê 2 rojan berdewam bike û di nîqaşan de nexşerêya yekitiya neteweyî ya kurd bê diyarkirin. Di komxebatê de hevseroka KCD’ê Leyla Guven, hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, nûnerên DDKD, PÎA, KKP, PDK-Bakur, PDK-T, Partiya Azadî û hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî amade bûn.

Komxebat bi pêşkeşiya Ayşe Gokhan, Mûrat Bozdemîr û Naîm Sabrîoglu dest pê kir. Xebat bi daxuyaniya hevpar dest pê kir. Daxuyanî bi zaravayên kurdî yên dimilî û kurmancî û bi zimanê tirkî hate xwendin. Bi zaravayê dimilî hevseroka giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, bi kurmancî serokê giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, bi tirkî jî endamê meclisa PDK-T Ozan Kardaş xwend.

Daxuyaniya hevpar a xebatê wiha ye:

“Rêzdarên nûnerên partî û saziyan,

Jin, ciwan, rewşenbîr, rûspî û hemû xebatkarên çapemeniyê hûn bi xêr hatin… Em we hemûyan li ser navê Xebata Tifaqa Kurdistanî ji dil û can bi rêzdarî slav dikin. Ji bo komxebata me bi serkeftî bi encam bibe, em di wê baweriyê de ne ku hûn dê bi awayekî nivîskî û devkî piştgiriyê bidin me û xebata me hêj dewlemendtir bikin. Ji niha de em serkeftinê dixwazin.

Beşdarên rêzdar;

Geşedanên li Lîbya û pirsgirêkên ku di navbera Îran û Amerîkayê de hatin jiyîn, mixabin li asoyê de dide xuyakirin ku dê şerê li herêmê zû bi zû neqede. Di navenda şerê ku 30 sale tê jiyîn de erdnîgariya Kurdistanê heye. Dema ku mirov di salên dirêj de li bûyer û di seradoka pêvajoyê de dinihêre, dibîne ku hemû geşedan bandora xwe di warê leh û aleyhê deskeftî û siyaseta kurdan de dike. Di nava hesabê mezin ê li ser herêmê ku di navbera hêzên kurewî û herêmî pêk tê de; dibe ku gelê me û siyaseta wê di navberê de bimîne û bieciqe. Nemaze dibe ku deskeftiyên xwe hê mezintir jî bike. Ango di serî de ji bo parastina deskeftiyên Herêma Federal a Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  welatê xwe û ji bo parastina deskeftiyên di warê têkoşîna azadiya neteweyî de hatine bidestxistin bên mezinkirin û mayînde kirin pêdivî teqez bi avakirina tifaqa neteweyî heye.

Tifaqa neteweyî; ji bo rawestandina êrîşên bênavber ên bêhiqûqî ku li dijî siyaseta rewa, demokratîk û sivîl  ku li bakurê Kurdistanê pêk tê û tayînkirina qeyûman a li şûna şaredariyên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin jiyanî ye.

Tifaqa neteweyî; ji bo têkoşîna gelê me ya ku bi zor û zehmetiyan hatiye dayîn û di nav raya giştî ya cîhanê de tê hezkirin û sempatiyeke mezin girtiye mifteye!

Tifaqa neteweyî; ji bo bangawaziya ‘Êdî Bes e, roj roja yekitiya neteweyî ye’ ya gel ê me, seydayên me, rewşenbîr û jinên me bersiva herî bi watedar e!

Di nava vê atmosfera diyarde, pêvajo û bangawaziyê de;

Ji bo tifaqa neteweyî roj, roja gav bi gav biçûk kirina cudahiyên xwe û mezinkirina hevparbûna ne. Roj roja, pêşî avakirina tifaqa neteweyî ya li Bakur û paşê jî ji bo mezinkirina kongreya neteweyî ye! Roj roja şikênandina cemedên di navbera me û hilweşandina dîwarên şerê cemedê ye! Roj ne roja aliqandina paşerojê hedefgirtina pêşerojê ye. Roj roja; bi tevahî hêzên xwe meşa polîtîk a bihev re û paşê di rêya ku tê meşandin de pêkanîna peywira rexnekirinê ye. Em dibêjin haydê! Em dê tifaqa neteweyî bi serxin an em dê bi serxin! Bijarteyeke me ya din tune ye! Ji ber vê yekî em ê lez nekin. Em ê bihev re pêşî plan bikin û paşê bi hev re û ya girîng jî em ê bi gel ê xwe re vî karî baş bikin! Em dibêjin haydê! Pêşî em li Kurdistanê bi berfirehiya herî mezin tifaqa neteweyî ya demokratîk ava bikin û paşê, li Tirkiyeyê bi hêzên demokratîk, bi berfirehiya herî mezin yekitiya hêzan armanc bikin.!

Bi Tifaqa Neteweyî Em ê Biserkevin!

Pêşeroj A Gel ê me, Ya Me Ye!

Xebata Tifaqa Kurdistaniyan” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar