Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Em ê berxwedana xwe bilindtir bikin û Efrînê rizgar bikin’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê Şîraz Hemo anî ziman ku dewleta tirk di pêvajoya du salan de li Efrînê gelek sûcên şer kirin û hewl da ku vîna gelê herêmê bişikîne. Hemo diyar kir ku li dijî vê yekê jî gelê Efrînê li ber xwe dide û dê bi bilindkirina berxwedana xwe re jî Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin

Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê di 20’ê çileya sala 2018’an de êrîşî kantona Efrînê kir û di 18’ê adara heman salê de jî kanton dagir kirin. Di vê pêvajoya dagirkeriyê de dewleta tirk bi hezaran kes revandin, bi sedan kes qetilkirin, demografyaya herêmê guherand û talan û wêraniyeke mezin pêk anî. Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîna Şîraz Hemo ji ANHA’yê bi Cafer Cafo re axivî.

Şîraz Hemo diyar kir ku di nava pêvajoya du salên dagirkeriyê de dewleta tirk li Efrînê her tiştî hedef digire û wiha got: “Çandê tune dike, şunwaran dirûxîne, sivîlan digre û rojane sûcên şer dike. Dixwazin gelê Efrînê koçber bikin û teslîm bigirin. Lê berevajî vê, gelê Efrînê ev 2 sal in li Şehbayê li ber xwe dide. Gelê me baş dizane ku di vê pêvajoyê de erka wan, teşhîrkirina Erdogan a di asta cîhanê de ye. Lewma jî Erdogan ji gelê kurd û berfirehbûna projeya neteweya demokratîk ditirse.”

‘Dagirkirina Efrînê encama civîna Astanayê bû’

Piştre jî Hemo bal kişand ser şerê rejîma Sûriyeyê û çeteyên wê yên li Idlibê û wiha dom kir: “Bûyerên li Idlibê û dagirkirina Efrînê nîşan dide ku ev tişt encamên civîna Astanayê ne. Di vê çarçoveyê de li beramberî Xutayê, Efrîn dan dewleta tirk. Tevî ku ji bo parastin û rizgarkirina Efrînê bang li hikûmeta Sûriyeyê û Rûsyayê hatin kirin jî tiştek nekirin. Ev her du hêz ji kar û barên Sûriyeyê berpirsyarin û gel dixwaze li welatê xwe vegere.”

Xala sereke ya stratejiya Rêveberiya Xweser

Hemo da zanîn ku xala sereke ya stratejiya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, rizgarkirina Efrînê û vegera gelê wê ya li welatê xwe ye. Hemo wiha pê de çû: “Lewma di civînên diplomatik ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Efrîn derdikeve pêş.”

‘Erdogan dixwaze osmaniyeke nû ava bike’

Herî dawî jî Hemo ev tişt anî ziman: “Împaratoriya Osmanî her tim li ser gelan hewl dida dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh bike. Di vê serdemê de jî Erdogan heman polîtîkayê dimeşîne. Hewl dide osmaniyeke nû ava bike. Bi awayeke bêserûbe Efrîn û Şehbayê hedef digirin. Lê tevî vê yekê jî gelê herêmê li ber xwe dide û ev jî israra di rizgarkirina Efrînê de ye. Dê ev berxwedan û têkoşîne mezintir bibe. Êdî gel tehemûla destwerdana dewleta tirk a li karên navxweyî yên Sûriyeyê nake. Di vê çarçoveyê de em bi hemû hêzên ku tiliya wan di Sûriyeyê de heye re hevdîtinan dikin û dê dosyayan pêşkêşî dadgehên navdewletî bikin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar