Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

NPG: Tola zarên Êzidxanê dê bê hilanîn

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û 3 hevrêyên wî xwest. Fermandariyê diyar kir ku baweriya wan pê kamil e ku tola van zarên pêşeng ên dilêr ên Êzidxanê dê bi hilandin

Fermandariya Biryageha Navenda Parastina Gel ji bo yek ji fermandarê damezirîner ê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî û şervanên din ku bi êrîşa dewleta tirk şehîd bûn, peyama sersaxiyê da.

Daxuyaniya Fermandariyê Biryargeha Navendî ya NPG’ê wiha ye:

“Em êrîşa bi namerdî û bi newêrekî ya dewleta tirk a mêtingeriya qirker a faşîst a ku li ser mijara dijminatiyê  ya li ser kurdan, Kurdistanê û gelê êzdî tu sînoran nas nake, ya di 15.01.2020’an de li ser hêzên we, ya li gundê Dugirê bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin diyar bikin li dijî her êrîşê em li rex we ne û êşa we bi dil û can par ve dikin.  Di vê êrîşa bi qaleşî de, di serî de yek ji fermandarên damezirîner ê YBŞ’ê, zarê leheng ê êzdiyan Zerdeşt Şengalî, em sersaxiyê didine malbatên fermandar û şervanên hêja yên YBŞ’ê Hamîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî. Em dibêjin serê gelê me yê Şengalê, yê hemû gelê Kurdistanê û fermandar û şervanên hêja yên YBŞ’ê sax be. Baweriya me pê kamil e ku tola van zarên pêşeng ên dilêr ên Êzdîxanê wê were hilandin, xwîna wan li erdê namîne û bîranîna wan mîna ku şayanî dê bin wê werin jiyîn.

Ev êrîşa alçaxên faşîst ên AKP-MHP’ê dê neyê jibîrkirin

Bermayên berdest ên Împaratoriya Osmanî ku di dîrokê de celadê piraniya 73 fermanên li ser gelê me yên êzdî bi xwe ne û bi hovîtî qira gelê êzdî anîne, bi xeyalên Osmaniya nû, dijminatiya xwe ya li ser gelên Kurdistanê û gelê me yê êzdî careke din bi xwînxwariya xwe nîşan dane. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê beleheq êrîşê nabe ser hêzên mîna YBŞ’ê, YPG’ê ku tenê li dijî hovîtî û qirkirina DAIŞ’ê ji bo berevaniyê li gelê me bikin hatine damezirandin. Ev komkujiya li ser zarên hêja yên gelê me yê êzdî, ku alçaxên faşîst ên qirker ên AKP-MHP’ê bi gotina, ‘Li wir PKK heye, em li PKK’ê didin’ pêk anîne, tu caran wê neyê jibîrkirin û xwîna wan li erdê nemîne. Her kes pê dizane, em PKK an jî HPG me peywira dîrokî bi mudaxaleya li plana qirkirinê ya AKP’ê û DAIŞ’ê ya li Şengalê  bi cih anî û nîsana 2018’an bi fermî û fiîlî em ji Şengalê vekişiyan.

Li gel vê jî ev êrîşa ku bi derew, xapandin û alçaxiya mezin anîne, di rastiyê de êrîşeke li ser xwedîvînbûna gelê me yê êzdî ya li Şengalê ye û li dijî armanca xwerêveberina wê ye. Dewleta tirk a mêtingeriya qirker a faşîst li kuderê dibe bila bibe xwedîstatûbûna xwerêveberinê ya gelê me ji bo xwe mîna talûkeya herî mezin dibîne, mîna meseleya ‘manûnemanê’ ji bo xwe dibîne û ji ber vê jî bi komkujiyên wiha bi alçaxî, terorîzma dewletî li ser gelê me yê êzdî dike.

Hişmendiya faşîst a qirker nîşan dide bê ka dewleta tirk çawa dewleteke terorîst e

Xwediyên vê hişmendiya faşîst a qirker, ku jê ne xweş in gelê me yê êzdî li Şengalê, bi rengê ku parçeyek ji Kurdistanê û Iraqê be, pergala jiyana azad ava bike, pergala xweparatsinê ava bike û hebûna xwe biparêze, 15’ê tebaxa 2018’an ji wê êrîşa bi xwînwarî ve, ya li ser Mam Zekî Şengalî, zarê dilêr ê gelê me yê êzdî, pêşeng û şoreşgerê mezin, bi êrîşên curbecur daniye holê ku çawa dewleteke terorîst e.

Tekane armanca van hemûyan ji bilî dijminatiya li ser gelê me yê êzdî, ji bilî dijberiya bi temamî ya li gelê Kurdistanê û jiyana wê ya azad ne tu tiştekî din e. Rastî ew e ku li gel ku ji bo wê tunekirina hemû destkeftiyên gelê me ye û ji bo bêstatûhiştine gelê kurd a li hemû parçeyan e û ji bo bênasnamehiştinê ye jî bi gotina, ‘li wir PKK heye’ bi rengekî zelal gelê me yê êzdî û saziyên wê dike hedef. Li dijî van êrîşên terorî yên bi alçaxî yên dewleta tirk, bêdengnemana hemû gelê Kurdistanê, raya giştî ya pêşverû ya demokartîk û piştevaniya li têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Şengalê peywireke sereke ya mirovî ye.

Em amade ne bi we re mil bi mil şer bikin

Baweriya me bi we fermandar û şervanên  hêja yên YBŞ’ê, YJŞ’ê qeyîm e ku mîna li dijî faşîzma DAIŞ’ê we kirî, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî ku cêwiya hiş û ruhê DAIŞ’ê ye, hûn ê bi eynî rengî li ber xwe bidin û bersiva hewce bidin. Em pir pê bawer in ku bi ruhê Mam Zekî û Zerdeştan, lehengên pêşeng ên gelê me yê êzdî, li Şengalê li dijî her cure êrîşê hûn ê li ber xwe bidin û bi mîsogerî hûn ê bi ser bikevin. Em HPG dîsa diyar dikin di vê têkoşîna we de, ya biheq û rewa, heta dawiyê em ê li rex we bin,  heke hewceyî pê çêbibe, em hazir in ku bi alîkariya we ve bibezin, li Êzidxana pîroz, li dijî terora faşîzmê bi we re mil bi mil şer bikin û berevaniyê li gelê xwe bikin.

Bi wê baweriya ku bi ruhê nemir ê fermandar Zerdeştan li dijî her cure êrîşê, bi berxwedana bi şêwaz û taktîkên rast, bîranînên şehîdên me bi layiqî wê werin jiyîn û wiha dahatuya xweşik û azad wê were mîsogerkirin we slav dikin û serkeftinên mezin ji we re hêvî û daxwaz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar