PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

ÎHD: Di 2019’an de herî kêm 48 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan

Şaxên ÎHD’ê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat gotin ku ji ber binpêkirina mafê dermankirinê, gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakî li dar xistin. ÎHD’ê diyar kir girtîgeh girtiyan nexweş dike û mafê dermankirinê yê girtiyan tê astengkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş cara 408’an Rûniştina F’yê pêk anî. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat. Polîsên tirk dora çalakgeran girtibû. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglu jî di nav de nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk amade bûn.

Binpêkirina mafan herî zêde bandorê li girtiyan dike

Daxuyaniya vê hefteyê endamê Komîsyonê Taylan Bekî xwend. Bekî bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş ku mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin û got; ‘Li Tirkiyeyê rewşa sînordarkirina azadiyan û binpêkirina mafan herî pir bandorê li ser girtiyan dike. Ev rewş dibe sedem ku pirsgirêk girantir bibin û serlêdanên ji girtîgehan ên li ÎHD’ê dibe mireka vê rewşê.’

Çalakiya Nûrcan Bakir bi bîr anî

Di berdewamê de jî Bekî bi lêv kir ku astengkirina mafê dermankirinê dibe sedema mirinan û polîtîkaya tecrîdê jî dibe sedema xwekuştinan. Bekî, Nûrcan Bakir ku ji bo ku zextên li girtîgehan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî bi bîr anî û wiha domand: “Bakir di axaftina telefonê de gotiye, ‘Ez ê li dijî zilmê bêdeng nemînim.’ Bakir salek mabû ku cezayê wê xilas bibe. Lê dawî li jiyana xwe anî. Ji ber ku di dema xwe de nehatine dermankirin, di sala 2019’an de herî kêm 48 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di 15 rojên destpêkê yên sala 2020’an de jî 3 girtiyên din jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehan hezar û 333 girtiyên nexweş hene û ji van rewşa 457’an giran e. Nexweşxane girtiyan nexweş dikin. Astengkirina mafê dermankirinê dibe sedema mirinan. Li girtîgehan ku di şertên giran ên tecrîdê de têne hiştin û her cure binpêkirina mafan çêdibe.”

ÎZMÎR

Xizmên girtiyên nexweş û Rêveberên ÎHD’ê ya Îzmirê jî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Taş daxuyanî dan. Rêveberên ÎHD’ê û xizmên girtiyan dîsa li pêş Sumerbank a Berê ya Konakê li hev kom bûn û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Rêveberê ÎHD’ê Alî Aydin, sersaxî ji malbatên Nebî Îlhan (74) ê di 11’ê çileyê de li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da û Nûrcan Bakir a li Girtîgeha Tîpa T ya Burhaniye jiyana xwe ji dest da xwest. Aydin got ku bi taybetî li dijî girtiyên siyasî dijminatiyek heye.

Aydin bal kişand ser rewşa Ramazan Taş ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklar a Îzmîrê û destnîşan kir ku Taş, girtiyekî nexweş ê, rewşa wî giran e û divê bê berdan.

ENQERE

Li Enqereyê jî Înîsiyatifa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 280’an de li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereye daxuyanî dan. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulvehap Kavak ê li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê. Endamê ÎHD’ê Zarîfe Çamala bal kişand ser rewşa Kavak û xwest ku bê berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar