Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li girtîgeha Tekîrdagê zextên li ser girtiyan zêde bûne

Girtî Ahmet Surme bi rêya telefonê da zanîn ku gardiyan bi ser qawîşên wan de digirin û belav dikin, radyoyên wan jê hatine stendin û zexteke mezin li ser wan heye. Dayika Surme, Fatma Surme jî got ku girtî di tecrîdê de ne

Girtiyê bi navê Ahmet Surme ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê dimîne dimîne, di 16’ê kanûnê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Surme têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi dayika xwe Fatma Surme re axivî. Têkildarî naveroka hevdîtinê Fatma Surme ji MA’yê re axivî.

Dayika Fatma da zanîn ku rewşa girtîgehan gelek xerab e û wiha domand: “Lawê min got; ‘Gardiyan di ser odeyan de digirin û odeyan tevlihev dikin.’ Radyoyên wan jê stendine û her tiştî li wan dikin. Rojnameyan nadin wan. Têkiliyên wan û hevalên wan ji hev qut dikin. Kurê min da zanîn ku ji roja destpêkê ya veguhestina girtîgeha Tekîrdagê heta niha zexta li ser wan zêde bûye. Girtî di tecrîdê de ne. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe.”

Du kurên wê di girtîgehê de ne

Di berdewamê de jî Surme diyar kir ku ji bo van binpêkirinên li girtîgehê serî li Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dane û wiha bi dawî kir: “Hevjînê min 4 meh berê çû hevdîtinê. Çûna girtîgehan pir zehmet bûye. Pir dûr e. Aboriya me jî nebaş e. Pereyê em didin rê em bidin girtiyan hîn baştir e. Bi armanca malbat û girtî zehmetiyê bikşînin wisa dikin. Tim wan dibin cihên nexweş ji bo ku malbat nekarin biçin serdana zarokên xwe. Kurekî min li Îzmîrê û yek jî li Tekîrdagê ye. Ez dixwazim herduyan jî bînin Amedê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar