Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Çarşamba - 27 Kasım 2024

Komxebata yekitiya neteweyî bi dawî bû

Komxebata partiyên siyasî ya bi armanca Yekitiya Neteweya Kurd hat lidarxistin, piştî nîqaşên du rojan bi dawî bû

Komxebata partiyên siyasî ya bi armanca Yekitiya Neteweya Kurd hat lidarxistin, piştî nîqaşên 2 rojan bi dawî bû. Nûnerên partiyan piştî nîqaşên du rojan encamname bi daxuyaniyekê parve kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat parvekirin: “Komxebata ku bi armanca yekitiya neteweyî hat plankirin, di 18-19’ê 2020’an de li ser rojevên xwe bi awayekî serketî bi dawî bû.

Piştî axaftinên vekirinê ku bi kurmancî, kirmanckî û tirkî hat kirin, nêzî 130 siyasetmedar, akademîsyen, jin, ciwan, seyda û saziyên sivîl di komxebatê de cih girtin. Beşdaran li ser sê xalan bi nivîskî û bi devkî nerîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Nîqaş û pêşkêşî, li ser hewcedariya tifaqa neteweyî, li ser model, bername, rêvebirinê û li ser kêşeyên pêşiya tifaqê û rê û rêbazên çareseriyê domiyan. Her wiha li ser êrîşên destkeftiyên gelê me yên hundirîn û der sînor û heta êrîşên li ser hebûna gelê me hat axaftin.

Bi taybetî, jin û ciwanan bi nêrîn û pêşniyarên pêşiya komxebatê vekirin. Seyda û meleyên me, ji îslamîstên siyasal heta komunîstan bi awayekî fireh parastina yekitiya neteweyî kirin û ev yek balkêş û bi nirx bû. Banga dayikan a xurt û bi qêrîn, li siyaseta kurd bû, hêja bû. Bi vê nezîkatiyê ev helwesta ku di komxebatê de bandorker bû ku divê ne li ser îdeolojiyan bes li ser nirx û destkeftiyên neteweyî, xwedîderketin, mezinkirin û parastina destkeftiyan bê meşandin.

Qadro û partiyên kurdistanî, banga tifaqa neteweyî ku kolanan bilind dibû bi awayekî zelal di komxebatê de dan xuyakirin. Ev hewcedarî ku ji Qazî Mihemed heta îro hatiye, hewcedariya yekitiya başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê û banga cîhanê ku ji me re dibêje ‘hûn bibin yek em ê piştevaniya we bikin’ li qadro û partiyên me ferz kir ku em xwe bi yekitiya neteweyî bigirin. Ev rewşeke erênî ye û belkî jî di dîroka Kurdistanê de cara ewil e di vê astê de tê xuyakirin!

Di van şert û mercan de qadro û partiyên me yên siyasî divê li ser yekitiya neteweyî gavan biavêje. Û bi perspektîfa komxebat re zor û zehmet be jî dê gava yekitiya neteweyî bê avêtin. A muhîm ev e ku em ji vê gavê paşde nemînin. Yekîneyên komxebatê perspektîfek diyar kirin û gotin ‘li ser armanca Tifaqa Yekitiyê bi biryar û bi îstîkrar bimeşe lê lenezîne’. Ev yek hêleke din a komxebatê ye. Di komxebatê de xala hevpar ev bû ku ji bo yekitiya neteweyî gava ku dê li bakurê Kurdistanê bê avêtin li çar perçeyan divê bê belavkirin û ber bi kongreya neteweyî ve mezin bibe.

Xala din a komxebatê, beşdarkirina partiyên din bû ku derveyî xebatên tifaqê mane. Ev nêzîkatî erênî û hêvîbexş e.

Em bi hêvî ketin komxebatê û me dît ku di temamê komxebatê de jî hêvî bandorker bû. Ji bo çalakkirina vê hêviyê komxebatê ev peyam da; em hem nîqaş bikin û hem jî bi awayekî çalak bimeşin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar