Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

PYD: Efrîn dê were rizgarkirin û ev dê bibe destpêka hilweşîna Osmaniya nû

PYD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta tirk bi lihevkirinên navneteweyî û bi çekên NATO’yê li Efrînê komkujî pêk anîn û tevî çeteyên xwe Efrînê dagir kir. PYD’ê da zanîn ku birîna Efrînê di dilê her kurdekî û hemû mirovên birûmet de ye û wiha dom kir: “Efrîn dê li şêniyên wê vegere û dê rizgarkirina wê bibe destpêka hilweşîna Osmaniya nû.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Faşîzma tirk li gorî lihevkirina di navbera hegemonyaya cîhanî de, di 20’ê çileya sala 2018’an de dest bi êrîşkirina Efrînê kir. Li hemberî wan jî tenê gelê Efrînê yên bi ewle û parastina projeyê hebû. Her wiha li hemberî êrîşên hovane yên bi alavên kuştin û wêrankirinê yên NATO’yê, gelê Efrînê Berxwedana Serdemê pêş xist. Dijmin hemû qanûnên navdewletî yên ji bo parastina sivîlan binpê kirin û di encamê de bi hezaran sivîl şehîd kirin, bi hezaran birîndar kirin û zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê jî neçar koçberiyê kirin.

Faşîzma tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên ku ji gund û malên xwe derneketine jî dest bi kiryarên revandin, talan û gefên kuştinê kir û hewl da ku wan koçber bike. Her wiha li cihê malbatên koçber bûn jî çete û malbatên wan bi cih kirin. Ji bilî wê, dewlemendî û şûnwarên Efrînê talan kirin û dizîn, dar birîn û mal şewitandin. Hê jî ev binpêkirin li ber çavên hêzên hegemon bi aşkerayî didomin. Li aliyekî din jî faşîzma tirk nahêle tu çapemenî yan jî rêxistinên mirovî yên ne girêdayî wê derbasî Efrînê bibin, Bi vê yekê re jî hewl dide sûc û binpêkirinên ku li wir dike veşêre. Faşîzma tirk û çeteyên wê li dijî koçberên li herêmên Şehbayê êrîşan pêk tînin û Komkujiya Til Rifatê şahidiya mezin a sûcên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan, bi taybet zarokan e.

Lê belê ruxmî wê, şêniyên Efrînê li ber xwe didin û rojane li benda vegera li warên xwe ne. Efrîn, birîna di dilê hemû kurdan, gelê Sûriyeyê û hemû mirovên birûmet de ye ku îxanet û êrîşan qebûl nake. Her wiha birîna di dilê hemû parêzvanên nirxên mirovî û exlaqî de ye û divê ji şêniyên wê re vegere da ku bibe cihê herî ewle ji şêniyên wê re.

Em weke Meclisa Giştî ya PYD’ê dibînin ku êrîş û dagirkirina Efrînê xeleka yekemîn a dagirkirina tevahî bakurê Sûriyeyê bi hedefa guhertina demografyayê ye. Bi wê re jî êrîş û dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê pêk hat. Hê jî faşîzma tirk di siyaseta xwe ya bi armanca pêkanîna Mîsaqî Millî de bi israr e. Ji ber vê jî ew planeke li ser tevahî Kurdistanê ye û divê tevahî hêzên kurdî û kurdistanî li hemberî vê siyasetê bibin yek. Her wiha dê partiya me pêşengiya berxwedana li dijî dagirkeriyê heta rizgarkirina xaka ku ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, bike.

Efrîn dê li şêniyên wê vegere û dê rizgarkirina wê bibe destpêka hilweşîna Osmaniya nû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar