Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Heta ku em Efrînê rizgar dikin dê têkoşîna xwe bidomînin’

Meclisa Xwendekarên Efrînê ya Herêma Cizîrê û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi daxuyaniyên cuda duyemîn salvgera êrîşên dewleta tirk ên li hemberî Efrînê şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku heta ku xaka Efrînê û deverên din ji dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê tên rizgarkirin, dê li ber xwe bidin

Meclisa Xwendekarên Efrînê ya Herêma Cizîrê û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi boneya salvegera 2’yemîn a êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona Efrînê daxuyanî dan.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Xwendekarên Efrînê ya Herêma Cizîrê bi tevlêbûna gelek xwendekaran li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Qamişloyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de xwendekarên Efrînê pankartên ‘Bijî Berxwedana Serdemê’, ‘Bi berxwedana Şehbayê veger mîsoger e’ û ‘Bes e ji bêdengiya we re’ vekiribûn.

Di daxuyaniyê de xwendekaran diyar kir ku berxwedan, têkoşîn û serhildan her tim bûne para kurdan û wiha dom kir: “Dijminên me û ji kûrahiya dîrokê ve hewldana xwe ya qirkirin û îmhakirinê li ser gelê kurd li çar aliyên welat dikin. Komkujiyên Geliyê Zîlan, Dêrsim, Enfal, Helebçe, Kobanê, Efrîn û herî dawî jî Serêkaniyê û Girê Spî ji van komkujiyan çend mînak in. Hewldana wan her tim ew e û dîrok ji her du aliyan ve xwe dubare dike. Berxwedana gelê kurd a li dijî van komkujiyan jî her ku diçe xurtir dibe.”

Daxuyanî wiha dom kir:

“Dewleta faşîst û dagirker a tirk bi destwerdaneke veşartî ji dewletên ku qaşo xwe wek serweriya cîhanê dibînin û bi serkêşiya serçeteyê sedsala 21’an Erdogan û bi şêwazekî hovane di dîroka reş a 20’ê çileya 2018’an de êrîşî bajarê zeytûn û hinaran, bajara Avesta, Îlan û Barînan anku bajarê Efrînê kir.

Li gorî daxuyaniyên serçeteyê mezin Erdogan, dê di hundirê 3 rojan de derbasî bajêr bibûna lê belê ew xeyal nedikirin ku gel û şervanên hebûn û rûmetê bi şerê gel ê şoreşgerî dê li hemberî wan efsaneyên dîrokî saz bikin.

Bi pêşengiya Avesta, Barîn û Karkeran bi hezaran efsaneyên dîrokî di dirêjiya 58 rojan de hatin neqişandin û rojane berxwedan geştir û bilindtir dibe. Em wek Meclisa Xwendekarên Efrînê vê roja reş bi tundî şermezar dikin û ji bêdengiya saziyên qaşo mafên mirov, jin û zarokan  diparêzin, dibêjin êdî bes e ji bêdengiya we re. Em hene û em ê her hebin û em ê ta rizgarkirina Efrînê û tevahî axê tê bikoşin.”

Rêveberiya Xweser

Bi heman boneyê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke vê rojê di 2018’an de dewleta tirk a faşîst û komên terorîst ên radîkal bi hovîtî êrişî herêma Efrînê ya ewle kir û serweriya hikûmeta Sûriyeyê û hemî pîvanên navdewletî binpê kir. Dewleta dagirker di êrîşa xwe de hemû cureyên çekan û siyaseta rûxandinê meşand. Her wiha tevî çeteyên xwe komkujiyên hovane pêk anîn.

Gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe berxwedaneke dîrokî reva kir. Ji ber ku dewleta tirk bi xwe nekarî Efrînê dagir bike û xwe li hemberî berxwedana gel ranegirt, ji bo tirsandina şêniyan çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî û gund û bajarê Efrînê topbaran kir û komkujî li dijî sivîlan pêk anî. Li beramberî vê hovîtî û komkujiyan cîhan bê deng ma. Rejîma Sûriyeyê jî ji bo parastina serweriya Sûriyeyê tiştek nekir û gelê Efrînê bi vê hovîtiyê re rû bi rû hişt.

Dewleta tirk û çeteyên xwe bi vê yekê têr nebûn, lê belê ji bo tirsandina şêniyan û koçberkirina wan her wiha ji bo guhertina demografyaya herêmê û dagirkirina xaka Sûriyeyê, kiryarên terorî ji kuştin, revandin û destdirêjiyê li dijî şêniyên resen pêk anî.

Çavnebariyên dewleta tirk bi Efrînê sînordar nema. Dewleta dagirker hewl dide tevahiya Rojhilata Navîn dagir bike û împratoriya xwe ya terorî zindî bike. Her wiha fitneyê di nava gelên Rojhilata Navîn de derxe. Ji bo vê yekê terorîstên xwe dişîne dewletên cîhanê û kiryarên xwe yên dijmirovî û dijexlaqî li Serêkaniyê û Girê Spî dewam dike.

Bi vê boneyê em xweragirtina gelê xwe û israra wan a vegera Efrînê silav dikin û şehîdên Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê bi bîr tînin. Her wiha em bang li tevahî gelê Sûriyeyê dikin ku ji bo rizgarkirina Sûriyeyê ji dagirker û terorîstan, têkoşîna xwe di asteke bilind de dewam bikin. Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku ji bo parastina gelên Sûriyeyê ji terora dewleta tirk, berpirsyariyên xwe bi cih bîne.” QAMIŞLO-KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar