Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Bi dehhezaran kes ji bo Efrînê meşiyan: Efrîn teqez dê bê rizgarkirin

Bi dehhezaran welatiyên Efrînê bi boneya duyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşm hatin berzkirin û di axaftinên çalakiyê de hat gotin ku Efrînê dê bi saya keda şehîdan bê rizgarkirin

Bi boneya duyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê, bi dehhezaran welatiyên Efrînê li kantona Şehbayê meşek li dar xist. Welatiyên Efrînê li çarxerêya gundê Babinis ê Kantona Şehbayê kom bûn. Welatiyan wêneyên şehîdan, wêneyên qurbaniyên ku di êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan û şaxên zeytûnan rakirin. Her wiha tevî alên YPG û YPJ’ê, welatiyan pankartên ‘Balafirên we ruhê berxwedanê di me de nakuje’, ‘Berxwedan hêviya me ye’ , ‘Bi berxwedanê em ê vegerin Efrînê’, ‘Em mafê xwe yê jiyaneke bi rûmet dixwazin’, ‘Tu deng bi ser dengê rastiyê nakeve’ û ‘Xwîna şehîdan kulîlkên ku her bêhn didin e’ vekiribûn.

Tevî bi dehhezaran welatiyan, her wiha birîndarên şer, endamên Kongreya Star, TEV-DEM, Rêveberiya Xweser, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, sazî û meclisên herêmî jî amade bûn.

‘Dewleta tirk talan, dizî û alozî bi xwe re anî’

Welatî di kolanên sereke yên navenda navçeya Fafînê de meşiyan û bênavber dirûşm berz kirin. Meşvan li dibistana ajotina erebeyan a li navenda navçeya Fafînê rawestiyan û meş veguherî mîtîngê. Li qada mîtîngê piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso axivî û wiha got: “Ez berxwedana Efrînê li gelê me pîroz dikim. Efrîn cihekî bi ewle û bi îstiqrar bû. Dewleta tirk piştî êrîş û dagirkirina bajarê Efrînê, tevlihevî, dizî, kuştin û talankirin pêş xist. Li hemberî vê komplo û planan gelê Efrînê ji bo parastina şeref û rûmeta xwe, bi vîneke azad berxwedaneke pîroz reva kir û xwe bi vê têkoşînê îspat kir. Heta ku berxwedan heye, Efrîn hîna nehatiye dagirkirin.”

‘Li Efrînê destanên lehengiyê hatin nivîsandin’

Piştre jî hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û ev tişt anî ziman: “êrîşên dagirkeran tevahiya gelê Sûriyeyê dike armanc. Li hemberî êrîşên dijmin, kalepîr, jin û zarokên Efrînê li ber xwe dan. Karker, Avêsta, Barîn Kobanê û şehîdên din ên Berxwedana Serdemê di 58 rojan de destanên qehremaniyê nivîsandin. Êrîşên dewleta tirk destpêkê li ser Efrînê li ser tevahî herêmên Bakurê Sûriyeyê, ne tenê projeya neteweya demokratîk  lê belê tevahî gelê Sûriyeyê dike hedef.”

‘Efrîn dê bi saya fedekariya şehîdan rizgar bibe’

Ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Efrînê Wehîde Xelîl jî destnîşan kir ku ji bo şikandina vîna jinê, çeteyan li Efrînê jin hedef girtin û wiha domand: “Sûcên dewleta tirk li Efrînê hîna berdewam in. Bêyî ku dewletên têkildar hesabê ji dewleta tirk bixwazin. Em teqez dikin ku dê Efrîn bi fedekariyên şehîdan rizgar bibe. Rojana şehîd tên dayîn. Dê Efrîn bi van fedekariyan rizgar bibe.”

Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar