Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Çarşamba - 27 Kasım 2024

Ji sedî 15 sebzeyên Tirkiye jehrî ne

Grênpeac têkildarî sebzeyên li Tirkiyeyê tên berhemanîn aşkera kir ku madeyên kîmyawî yên qedexe tên bikaranîn û ji bo vê jî hate gotin ku ji sedî 15’yê firîngî, xiyar û îsotên li Tirkiyeyê tên berhamanîn jehrî ne

Rêxistina Navnetewî ya ji bo parastina Xwezayê Grênpeacê têkildarî sebzeyên li Akdenîz (Behraspî) ya Tirkiyeyê tê berhemanîn de raporek pêşkêş kir.

Di rapora Grênpeace de tê gotin ku di sebzeyên Tirkiyeyê de madeyên kîmyawî yên qedexekirî hatiye tespîtkirin.

Servîsa tirkî ya malpera DW rapora Grênpeacê ya bi sernava ‘Metirsiya li ser sifreya me: pestisit’ weşand.

Endazyarê Xorak yê Grênpeace ya Akdenîzê Bûlent Şik li ser firingî, xiyar û îsotê li bazarê tê firotin lêkolînek kiriye û encamên wê jî wiha aşkera dike: “Ji 90 cûreyên sebzeyan di nava 14’an de madeyên pestisit ango madeyên kîmyawî yên qedexekirî hatiye tespîtkirin. Di nava 46 cûreyan de jî bandorên nebaş ên madeyên kîmyayî û hormonî hatiye tespîtkirin.”

Rapor di tebaxa 2019’an de hatiye amadekirin. Di dema lêkolînê de ji 5 marketên mezin nimûneyên 30 firîngî, 30 îsota kesk û 30 xiyar ji bo lêkolînê hatine girtin.

Di raporê de agahiyeke din a girîng jî tê dayîn û tê gotin ku di sebzeyên marketan de madeyên kîmyawî zêdetirin ji yên di nava bazaran de tên firotin.

Rêjeya madeyên kîmyawî li gorî demsala sebzeyan jî kêm û zêde dibe. Sebzeyên ne di demsala xwe de tên berhemananîn de madeyên kîmyawî zêdetirin. Sebzeyên havînî dema di demsala zivistanê de tên berhemanîn madeyên kîmyawî du qat lê tê zêdekirin.

Berpirsê Xorak û projeya çandiniyê ya Grênpeace Akdenîzê Berkan Ozyer wiha dibêje: “Di sifreya me de jehr heye. Em madeyên kîmyawî yên hatine qedexekirin, divê ji bazar bên rakirin û neyên bikaranîn didin zarokên xwe û hezkiriyên xwe. Li gorî encama lêkolîna vê rapora me divê em bi awayeke lezgîn bikevin tevgerê.”

Her wiha Ozyer tîne ziman ku bêyî ku madeyên kîmyawî bên bikaranîn û bi derdê hinardekirinê bikevin, dikarin xorakên pak û tendûrist biherem bînin û diyar dike ku rêya vê jî di ‘çandiyeke ekolojîk’ de derbas dibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar