Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Êdî dayikên me jî bi kurdî xeber nadin’

Nivîskar Îkram Îşler diyar kir ku êdî pişaftin ketiye nava malên kurdan de jî wiha domand: “Êdî em nikarin di malên xwe de jî bi kurdî bi axivîn. Êdî dayikên me jî bi kurdî xeber nadin. Ziman ne tenê pirsgirêka çend koman e. Ev pirsgirêka hemû civakê ye.”

Ji beşdarên Tora Ziman û Çanda Kurdî nivîskar Îkram Îşler têkildarî nîqaşên der barê ziman û xebatên ku dê di bin banê torê de bên kirin de ji MA’yê bi Adnan Bîlen re axivî.

Îşler diyar kir ku di civîna li Amedê de 12 mase hatibûn danîn û di van 12 maseyan de hema bêje pirsgirêkên kurdan tev hatin nîqaşkirin. Îşler wiha domand: “Pêdivî bi van xebatan hebû. Ji ber ku pişavtin êdî ketiye nav mala me. Her ku diçe em nikarin di nav mala xwe de jî bi kurdî biaxivin. Ev jî nîşan dide ku rewş ber bi hêleke xirab ve diçe. Ev hevdîtin dereng pêk hat lê dîsa jî girîng e. Gelê me, em û saziyên me divê dest bi pêvajoyeke xwebikeyskirinê bikin.”

‘Çiyayîbûna kurdan pêşî li pişaftinê digirt’

Di berdewamê de jî Îşler anî ziman ku kurd bi sedan sal in bi komkujî û zilmê re rû bi rû dimînin û wiha pê de çû: “Heta ev polîtîkayên zilm û zordariyê dewam bikin dê texrîbatên mezin di me de çê bibin. Ger hîmê ziman û çanda me ne têkûz bûna, dê me îro nekariya qala van tiştan bikira. Ji ber ku kurd çiyayî ne û bi vî awayî pêşî li vê pişaftinê digirtin. Lê bi bajarîbûnê re pişaftin dest pê kir û heta ku kete nava malên me. Parçeya herî mezin a pişaftinê jî televîzyon e. Divê em pêşî lê bigirin. Ji bo vê xebatên girîng divên. Divê ev yek bibe rojeva gel.”

‘Êdî dayikên me jî bi kurdî xeber nadin’

Bi domdarî jî Îşler daxuyand ku divê kurd li nav mala xwe bi kurdî biaxivin û ev tişt anî ziman: “Ger em vê yekê di nav malê de bidin destpêkirin, dê li nav civakê jî belav bibe. Her wiha dê bi vê re pêşiya naskirina nasname, ziman û çandê jî vebe. Êdî dayikên me bi xwe jî bi kurdî xeber nadin. Lê em baş dizanin ku dayikên me bi sedan sal in li ber polîtîkayên pişaftinê bendek danîbûn. Divê gel êdî li rastiya xwe vegere. Her wiha divê hemû saziyên me bikevin nava hewldanan. Ev tenê ne pirsgirêka komekê yan jî çend kesa ne. Ev pirsgirêka gelê me ye.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar