Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xwendekara zimanê kurdî ya ji Trabzonê: Divê kurd hînî zimanê xwe bibin

Ji xwendekarên Komeleya Lêkolînên Kurdî ya trabzonî Arzu Balci wiha dibêje: “Ji bo ku em kurdan fêm bikin divê em fêrî zimanê wan bibin. Eleqeya min a li hemberî ziman û çanda kurdî heye. Divê kurd li metrepolan bêhtir li ziman, çand û hev xwedî derkevin.”

Enstîtuya Kurdî di 18’ê nîsana 1992’yan de bi pêşengiya Mûsa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Abdurrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender, Suleyman Înanoglu û Yaşar Kaya de hat avakirin. Enstîtuya Kurdî di sala 2016’an de bi Biryanemaya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Rewşenbirên kurd piştre li Stenbolê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Niha li komeleyê bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî ji bo pola 1- 2- 3- 4’emîn dersan didin. Têkildarî mijarê ji mamosteyên qursê Ozlem Kurt û xwendekarên qursê Zarîn Karaaslan û Arzu Balci ji MA’yê bi Nacî Kaya re axivîn.

Mamoste Ozlem Kurt da zanîn ku di demsalên payîz, bûhar û havînê de qursên ziman didin û wiha got: “Demsala payîzê piştî ezmûnan me qurs bi dawî kir. Qeydên qursên demsala bûharê em ê di meha sibatê de dest pê bikin. Yên dixwazin qeydên xwe çêbikin dikarin ji niha ve dest pê bikin. Piraniya xwendekarên me ji zanîngehê tên. Bi milyonan kurd li Stenbolê hene. Ji bo ku xwe bigihînin gel, em li ser rêbazên cuda dixebitin.”

‘Em hemû li vir bi kurdî di axivîn’

Ji xwendekaran Zarîn Karaaslan ku di pola yekemîn de ye da zanîn ku ji Bedlîsê koçî Stenbolê kirine û wiha domand: “Bi salan e li Stenbolê dijîm. Ji bo ku hînî ziman bibim hatim vir. Hevaltiya li vir pir xweş e. Mamosteyên me pir fedekariyê dikin. Hemû kesên li vir bi kurdî di axivin. Ev jî min pir kêfxweş dike. Ez pir ji vir hez dikim. Xwezî zûtir hatibûma vir.”

‘Ne pêkane ku mirov kurdekî/ê bi tirkî fêm bike’

Yek ji xwendekarên komeleyê jî Arzu Balci ya trabzonî ye. Balci ev  2 salin li enstîtuyê fêrî kurdî dibe. Balci rewşa xwe wiha vedibêje: “Piştî ku fêrî kurdî bûm, hîs û hestên kesê li hemberî xwe bêhtir fêm dikim. Ne pêkane mirov kurdekî/ê tenê bi zimanê tirkî fêm bike. Ji bo ku em kurdan fêm bikin divê em fêrî zimanê wan bibin. Ziman mirovan bêhtir nêzî hev dikin. Eleqeya min a li hemberî ziman û çanda kurdî heye. Ez li vir her roj tiştekî fêr dibim. Li Enstituyê her kes pir alîkariya hev dike. Divê kurd li metrepolan bêhtir li ziman, çand û hev xwedî derkevin. Heta niha kurd fêrî tirkî bûn û tirk fam kirin. Lê divê êdî tirk jî fêrî kurdî bibin da ku kurdan fêm bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar