Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Taşdemîr: Pêwîstî bi hevkarî û têkoşîneke enternasyonal heye

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku pêwîstî bi enternasyonalekê heye û bi navê Meclisa Jinan a HDP’ê wan pêwîstî bi hevkarî û têkoşîna hevpar a bi berxwedanê li cîhanê re dîtin

Konferansa Jinan di 18 û 19’ê çileyê de hatibû lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî nîqaşên di konferansê û rojevên heyî ji ANF’ê re axivî.

Taşdemîr anî ziman ku di siyaseta serdema nû de jin dê hewl bidin bi berxwedêrên cîhanê re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Taşdemîr wiha domand: “Di pêvajoya kongreyê de em hem weke meclisa jinan, hem jî rêxistinên xwe yên tevlihev dikevin pêvajoyeke berfireh a nîqaşê. Me li Enqereyê bi beşdariya 300 delegeyan konferansek li dar xist. Beriya konferansa jinan jî me li Kurdistan û Tirkiyeyê li heft herêman konferansên jinan ên berfireh pêk anîn. Me hem pêvajoya siyasî nirxand, hem jî rewşa xwe ya rêxistinî, kêmasiyên xwe, xeta xwe ya têkoşînê ya serdema nû nîqaş kirin.”

‘Raperînên vê sedsalê bi pêşengiya jinê çê bûn’

Di berdewamê de jî Taşdemîr destnîşan kir ku ew li ser bandora şerê li Rojhilata Navîn a li ser têkoşîna jinê rawestiyane û wiha pê de çû: “Niha li Tirkiye û Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime. Di navenda vî şerî de Rojhilata Navîn, li Rojhilata Navîn jî Kurdistan heye. Li ser bandora vê pêvajoyê li têkoşîna jinê me nîqaşên xurt kirin. Li dijî têkiliyên hêzên kapîtalîst û emperyalîst, li dijî statuya heyî yekemcar gelan helwestek nîşan dan, li ber rabûn. Ev yek jî di şexsê Şoreşa Rojava de kete pratîkê. Gelên herêmê bi cihêrengiya xwe bi hişmendiya hevpar li hev kom bûn. Dema ku mirov bala xwe bidin ser raperînên sedsala 21’ê dê bê dîtin ku ji raperînên berê cudatir bi pêşengiya jinan tên kirin. Sîstema li Rojava derkete holê ji bo cîhanê bû çavkaniyeke sûdwergirtinê. Pêwîstî bi enternasyonalekê heye û bi navê Meclisa Jinan a HDP’ê me pêwîstî bi hevkarî û têkoşîna hevpar a bi berxwedanê li cîhanê re dîtin.”

Tecrîda li ser Ocalan

Taşdemîr piştre jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji rojevên bingehîn ên konferansa me bû. Li dijî siyaseta şer, asîmîlasyon, qeyûm û polîtîkaya tunekirinê, niha zîhniyetek, modeleke xurt a têkoşîna polîtîk îdeolojîk heye. Bêguman ê ku rêbaz, bername û felsefeya vê têkoşînê afirandiye birêz Abdullah Ocalan e. Li dijî birêz Ocalan siyaseteke giran a tecrîdê heye. Hewl didin vê siyaseta tecrîdê girantir û civakî bikin. Li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîneke bi israr, xurt û demdirêj heye. ”

Kongreya HDP’ê

Herî dawî jî Taşdemîr qala kongreya HDP’ê ya ku dê di 23’yê sibatê de bê lidarxistin kir û wiha got: “Hêvîdar im ku di kongreya me de dê jin hîn bêhtir karibin tevli siyaseta demokratîk bibin û em ê HDP’yeke ber bi desthilatdariyê ve dimeşe bi hev re ava bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar