Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Dewleta tirk li Efrînê 10 sivîl revandin

Hêzên girêdayî MÎT a tirk bi ser gundê Maratê yê Efrînê de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtina gund de yek jê jin 10 sivîl revandin

Binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê li dijî şêniyên Efrînê her ku diçe zêdetir dibin. Dewleta tirk tevî sûcên şer ên weke guherandina demografyaya herêmê, talan û wêranê, di heman demê de welatiyan direvînin, binçav dikin, îşkence dikin û qetil dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, endamên MÎT a tirk  duh bi ser gundê Maratê yê kantona Efrînê de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtina gund de 10 sivîlên ku temenên wan di navbera 25 û 40 salî de revandin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin wiha ne: “Rêzan Elî, Seîd Xelîl, Elî Henan, Elî Xelîl, Rûken Heyder, Ehmed Ebdo, Salah Ebdulrehman, Selah Memo, Ehmed Omo û Ehmed Bozan.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar