Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Siyasetmedarên jin: Jinên kurd dê ji yekitiya neteweyî re pêşengiyê bikin

Endama MYK’ê ya DBP’ê Hatîce Kiye û aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz diyar kir ku jinên kurd dê ji yekitiya neteweyî ya kurd re pêşengiyê bikin. Jinan da zanîn ku hîmê bingehîn ê yekitiya neteweyî ziman e û divê dayik û bav kurdî hînî zarokên xwe bikin

Di demên dawî de li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê xebatên ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd her ku diçe geştir dibin. Herî dawî di navbera 18 û 19’ê çileyê de bi pêşengiya Xebata Tifaqa Kurdistanî li Amedê Komxebata Yekitiya Neteweyî hat lidarxistin. Emdama MYK’a DBP’ê Hatîce Kiye û aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz têkildarî xebatên xwe yên yekitiya neteweyî ya kurd ji MA’yê bi Dîndar Kiliç û Cemîl Ugur re axivîn.

Der barê mijarê de Hatîce Kiye anî ziman ku ji bilî yekitiya neteweyî tu rêyeke din ji bo kurdan nemaye û wiha got: “Jinên kurd dê ji yekitiya neteweyî ya kurd re pêşengiyê bikin. Nîviya civakê ji jinan pêk tê. Divê jinên kurd jî di vê pêvajoyê de xwedî li destkeftî, çand, ziman û neteweya xwe derkevin. Jinên kurd, pêşengiya hemû jinan kiriye. Divê jinên kurd ji zarokên xwe re pêşerojeke xweş ava bikin. Jinên kurd heta niha çi danîbe pêşiya xwe, pêk aniye. Niha jî dê xebatên xwe yên kongreya neteweyî birêve bibin. Rojava mînaka vê ya herî şênber e. Di rojên pêş de dê mînakên pratîka me zelaltir bibin.”

‘Hişmendiya yekitiya neteweyî divê ji zarokan dest pê bike’

Kiye diyar kir ku di xebatên yekitiyê de xala herî girîng ziman e û wiha domand: “Divê kurd zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin. Hişmendiya yekitiya neteweyî divê ji zarokan dest pê bike. Ger em zimanê xwe nezanin, em ê nekarîn li neteweya xwe jî xwedî derkevin. Di wê baweriyê de me ku kurd dê di vê sedsalê de destkeftiyên mezin bi dest bixin.”

‘Divê perspektîfên hevpar bên pêşxistin’

Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Divê em li dijî înkar, îmha, kedxwarî û polîtîkayên xespê bibin yek. Ji bilî vê tu rêyeke din nîne. Cudahiya nêrîn, zayend û baweriyan divê weke dewlemendî bê dîtin. Komxebata li Amedê hêvî da. Lê divê xebateke baş bê kirin û her gav bê şopandin. Jinên kurd rola têkoşîna jiyana azad li xwe girtine. Em ê ji bo yekitiya neteweyî jî bi heman rolê rabin. Ji ber erk û berpirsyariya avakirina demokrasiya civakî ya jinan, divê di navbera hemû parçeyên de diyalog bên pêşxistin, xebatên hevpar bên kirin û tevna rêxistinkirinê bê pêşxistin. Hewce ye ku di qadên civakî, siyaset, aborî, perwerde, tenduristî, hawirdor û aştiyê de perspektîfeke hevpar bê pêşxistin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar