Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Yên ku azadiyê dixwazin neçarin ku yekitiya xwe ava bikin

Navenda Nûçeyan |

Aloziya li Rojhilat Navîn roj bi roj girantir dibe. Li Kurdistan, Sûriye, Iraq, Lîbya û Yemenê şerekê germ û giran heye. Her çiqas navenda şer Rojhilata Navîn be jî, yekser an jî neyekser ji DYA’yê heta Rûsyayê, ji welatên ewropî heta Çîn û hwd. tiliya hemû hêzan tê de heye. Şer her çiqas di asteke bi kontrolî bê meşandin jî, krîza heyî gelek caran dike ku hêzên hegemon rasta rast di qada şer de xuyanîtir bikin. Hemû hêz jî hewl didin di denklema nû ya Rojhilata Navîn de xwedî parekî diyarker bin.

Siyaseta kurd şerê heyî weke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dinirxînê. Bi vê yekê re jî balê dikişînin ser yekhelwestiya kurdan a di vê pêvajoyê de. Bi taybet jî piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojava, başûr û bakurê Kurdistanê, ji civaka kurd gelek bangawaziyên ji bo yekitiyê hatin kirin. Di vê çarçoveyê de hem li Başûr, Bakur û Rojava û hem jî li dîasporayê ji bo yekhelwestî, yekitiya neteweyî û lidarxistina kongreya neteweyî xebatên girîng hatin kirin.

Nakokiyan bidin aliyekî

Têkildarî mijarê rewşenbîr û siyasetmedarên efrînî jî nêrînên xwe bi ANHA’yê re parve kirin û dibêjin ku heke kurd bixwazin hêviyên xwe yên azadiyê pêk bînin, neçarin ku yekitiya xwe ava bikin. Ji endamên Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Fîdan Mihemed destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên niştimanî, hewceyî bi yekitiyê heye. Mihemed dibêje ku her çiqas ev daxwaz a gelan kesan be jî, divê ji bo pêkanîna wê gavên pratîkî bên avêtin. Mihemed pêşniyar dike ku partiyên kurd nakokiyên navxweyî ji holê rakin da ku bikarin rê li ber mudaxaleyên derve bigirin.

‘Divê destkeftiyên şehîdan bên parastin’

Di heman mijarê de ji endamên Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê nivîskar Mihemed Welîd jî ev tişt anî ziman: “Li ser gelê kurd êrîş, komkujî û hewldanên qirkirinê hene. Ji bo ku em bikarin pêşî li van kiryaran bigirin, divê em yekitiya xwe ava bikin. Lê ne tenê gotin, hewcehî bi pratîkê heye. Gelê me ji bo azadiyê bi hezaran şehîd dan. Yekitî dê bibe mîsogeriya parastina destkeftiyên şehîdan. Ez bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên kurd û rewşenbîran dikim ku mil bidin milê hev û hêviyên gelê xwe pêk bînin.”

Bang li partiyên nêzî dewleta tirk kir

Ji endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Mihemednûr Mihemed jî bal kişand ser têkiliyên partiyên ku têkiliya wan bi dewleta tirk re hene û got; ‘Divê êdî ev partî bibînin ku dijminê herî mezin ê kurdan, dewleta tirk a faşîst e. Divê ev partî li siyaseteke rast vegerin û ji bo yekitiyê gavan biavêjin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar