Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo rakirina tecrîdê hewceyî bi têkoşîneke xurt heye

Navenda Nûçeyan |

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de di 15’ê Sibata sala 1999’an de hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Ji roja destpêkê heta niha, ango ev 21 sal in Ocalan di bin şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Her çiqas car bi car bi sedemên cuda, rê li ber hevdîtinên bi Ocalan re hatibe vekirin jî dewleta tirk hemû qanûnên hiqûqa navxweyî û navneteweyî bin pê kirin û tecrîdeke giran li ser Îmraliyê danî. Ocalan ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar hate hiştin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan gelek caran hewldanên cuda hatin kirin. Dikare bê gotin ku rojane çalakî tên lidarxistin û pirî caran jî çalakiyên mîna grevên birçîbûnê pêş ketin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 7’ê mijdara sala 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê hatibû lidarxistin. Çalakî li girtîgeh, li welat û derveyî welat berbelav bû û di encama çalakiyê de dewlet neçar ma ku deriyên Îmraliyê li parêzer û malbata Ocalan re veke. Bi vê yekê re parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rêzan Sarica di di 2’yê gulanê, di 22’yê gulanê, di 12’ê hezîranê, di 18’ê hezîranê û herî dawî jî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kirin.

Peyamên Ocalan

Ocalan di hevdîtinên xwe de bi taybet jî bal dikişand ser çareseriya demokratîk û aştiyê. Ocalan ji bo dewletê jî banga; ‘Ger aqlê dewletê bikeve dewrê, em dikarin vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikin.’ Lê dewleta tirk bangawaziyên Ocalan ên ji bo çareserî û aştiyê, bi êrîşên li dijî bakur, rojava û başûrê Kurdistanê bersivand. Têkildarî tecrîda li ser Ocalan, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Garîp Kandemîr ji ANF’ê re axivî û got ku tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina hemû Rojhilata Navîn e.

‘Çavkaniya pirsgirêkê hişmendiya netewperest e’

Kandemîr da zanîn ku bi taybet jî li ser gelê kurd tecrîdeke giran heye û wiha domand: “Ji dîroka komarê heta niha li ser kurdan polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Çavkaniya vê pirsgirêkê jî hişmendiya neteweperest a dewletê ye. Ji bo ku pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştiyane bên çareser kirin, gelek hewldanên rêberê gelê kurd çêbûn. Lê mixabin hikûmet ji bo ku xwe li ser pêyan bigire, polîtîkaya şer tercîh kir. Pêwîstiya Rohilata Navîn bi proje û modela çareseriyê yên Rêber Apo hene.”

Xurtkirina têkoşînê

Bi domdarî jî Kandemîr got ku Ocalan di hevdîtin û muzakereyên ji bo aştî û aramiyê aktorê sereke ye û ev nirxandin kir: “Tevî vê jî ev 21 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Bi vê yekê re jî çareserî, aramî û aştiya Tirkiyeyê ji hêla hikûmetê ve tê rûxandin. Bêkarî, betalî û xwekuştina mirovan a bi sedema aboriyê, ne di xema AKP û MHP’ê de ye. Ji bo hebûna xwe dikarin gelên Tirkiyeyê feda bikin. Ji bo ku rageşiya heyî xelas bibe, ji her dem bêhtir hewcehî bi têkoşînê heye. Heta tecrîd bi dawî nebe, rewşa Tirkiyeyê aram nabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar