Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Kuştina jinan ji raya giştî tê veşartin’

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên li dijî jinan, kuştina jinan zêde dibe. Li gorî daxuyaniyên fermî yên dewleta tirk, di sala 2016’an de li Tirkiyeyê 304, sala 2017’an 353 jin, di sala 2018’an 280 jin û di sala 2019’an de jî 299 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di sala 2017’an de 409 jin, di sala 2018’an de 440 jin û di sala 2019’an de jî 474 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Platformê ragihand ku di sala 2019’an de 185 jin bi çekê, 101 jin bi kêrê hatin kuştin, 29 ji hatin fetisandin, 6 jin bi dermanên kîmyewî, 27 jin bi lêdanê, 6 jin bi şewitandinê û 19 jî ji bilindahiyê hatin avêtin û kuştin.

Di navbera daneyên dewletê û yên platformê de cudahiyeke mezin heye. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet bûyerên kuştina jinan ji raya giştî vedişêre.

Tundî meseleyeke kûr e

Têkildarî mijarê parêzer Cemal Demîr anî ziman ku zext û tundiya li ser jinan meseleyeke kûr e û bi taybetî bi kuştina jinan a demên dawî re tundî zêdetir bûye.

Demîr ragihand ku piraniya kuştina jinan ji raya giştî tê veşartin û wiha got: “Ji ber vê çareseriyeke hiqûqî ya tundiya li ser jinan tim kêm ma. Dema mirov ji aliyê hiqûqî ve bala xwe bidin ser mijarê, dibînin ku dadgehan cezayên pêwîst nebirîn û rêya çareseriyê peyda nekirin. Vê yekê jî pirsgirêk girantir kir. Bi taybetî li Wanê û navçeyên wê û li bajarên herêmê ev pirsgirêk timî derket pêşiya me. Lewma em dibînin ku ji ber vê sedemê bûyerên kuştina jinê her tim zêde dibe.”

Kêmkirina cezayan dibe sedema kuştina jinan

Her wiha Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi guhertinên qanûnî û hiqûqî pêşî li tundiya li ser jinê, pêşî li kuştina jinê dikare bê girtin. Ji aliyê hiqûqî ve kêmasiyên mezin hene. Bi îdiaya ‘tehrîk bûye’ dadgeh cezayên kêm li mêr ên kujer dibirin û ev yek jî dibe sedem ku hîn bêhtir jin bên kuştin. Beriya niha di bûyereke kuştina jinê de dadgehê cezayê muebbetê birî, lê ev yek biryareke kêmdîtî bû. Mixabin di her bûyereke kuştina jinê de ev ceza nayê birîn, li şûna vê cezayên kêm tên birîn. Ev jî dibe sedem ku hîn bêhtir jin bên kuştin. Di vê mijarê de divê gel jî têgihiştî û hesas be û karibe nerazîbûna xwe nîşan bide. Di vê mijarê de kêmasiyên gel jî hene.” WAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar