Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Encama lêkolîna li Swîsreyê: Dewleta tirk fosfora spî bi kar aniye

Dewleta tirk û çeteyên wê di 9’ê cotmeha sala 2019’an de êrîşî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên rojavayê Kurdistanê kir. Dewleta tirk di êrîşên xwe de tevî bi dehhezaran çeteyên di lîsteya terorê de cih digirin, di heman demê de çekên giran û kîmyewî jî bi kar anîn. Wêne û dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî gelek caran li ser dezgehên çapemeniyê jî hatin parvekirin. Dewleta tirk her çiqas vê rastiyê red bike jî, di encama lêkolînên zanistî de derket holê ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Têkildarî mijarê Înîsiyatîfa Parastina Rojava li Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslîngê ya li Swîsreyê mijar li laboratuarê da lêkolîn. Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslîngê nimûneyên ji şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yê birîndar li laboratuarê lêkolîn kir û di encamê de raporek ji 4 rûpelan amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di lêkolîna wan de rêjeyeke bilind a fosforê hate tespîtkirin ku ji rêjeya fosforê ya normal a li mirovekî bêhtir e. Bi domdarî jî ev tespît tê kirin: “Tevî rêjeya bilind a fosforê her wiha tîpê birîndariyê jî (şewata ji ber kîmyewî) nîşan dide ku fosfora spî hatiye bikaranîn.”

‘Belgeyên me hene’

Têkildarî mijarê bijîşk Abbas Manosûran ê Swêdî ku bi eslê xwe îranî ye ji ANF’ê re axivî. Mansoûran da zanîn ku di dema êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava de şervan û sivîl derman dikirin û ev agahî dan: “Dewleta tirk di êrîşan de fosfora spî û bombeyên ji madeyên kîmyewî bi kar di anîn. Ji ber van çekên kîmyewî gelek sivîl mirin û gelek jî birîndar bûn. Me nimûneyên ji birîndaran li labûratuarên erkdar ên li Ewropayê dan lêkolîn. Rapora laboratuara li Swîsreyê piştrast dike ku di navbera semptoman û bombeyên kîmyewî de korelasyon heye. Dewleta tirk vê rewşê çiqasî red bike jî êdî belgeyên me hene ku em dikarin pê civaka navneteweyî qanih bikin.”

‘Divê civaka  navneteweyî bêdeng nemîne’

Herî dawî jî Dr. Mansoûran ev tişt destnîşan kir: “Ev rapor û rapora Înîsiyatîfa Parastina Rojava ya ji lêkolînên li herêmê radestî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û saziyên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî kirin. Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne. Bi karanîna fosfora spî û bombeyên ji madeyên kîmyewî li dijî sivîlan binpêkirina hiqûq û qanûnên navneteweyî ye. Di serî de NY, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî divê saziyên pêwendîdar tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Divê kiryar li dadgehên navneteweyî bên darizandin.” CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar