Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Erdogan yek ji êrîşkarên Komkujiya Madimakê efû kir

Navenda Nûçeyan |

Komeke ji hunermend û rewşenbîran pêk dihat, di 1’ê tîrmeha sala 1993’yan de ji bo ku tev li Şahiya Pîr Sûltan Abdal bibin çûn Sêwazê. Azîz Nesîn, Behçet Aysan, Metîn Altiok, Ugur Kaynar, Hasret Gultekîn, Nesîmî Çîmen û Asim Bezîrcî jî di nava van beşdaran de bûn. Şahî di 1’ê tîrmehê de dest pê kir û axaftina destpêkê ji hêla nivîskar Azîz Nesîn ve hate kirin.

Du roj beriya komkujiyê jî li Sêwazê derdorên paşverû belavok belav kiribûn. Di belavokan de nivîskar Azîz Nesîn hedef dihat nîşandan û di gotin; ‘Nesîn weke ku henekên xwe bi gel bike, bi rehetî li nava bajar digere.’  Di 2’yê tîrmehê piştî nimêja înê de jî derdorên paşverû ber bi navenda qada şahiyê ve meşiyan. Di dema meşê dirûşmên ‘Sêwaz dê ji laîkan re bibe goristan’ berz dikirin. Hejmara êrîşkaran a li ber Otêla Madimakê saet bi saet zêde dibû û ev hejmar saet di 18:00’an de 15 hezar derbas kiribû. Piştre jî peykerê ‘Hozanê Gel’ hat wergerandin û li ber deriyê otêlê hate şewitandin. Pacên otêlê hatin şikandin û êrîşkaran otêl da ber agir.

35 kes hatin şewitandin

Ji bo pêşîlêgirtina komkujiyê hêzên ewlekariyê dereng hatin û yên hatin jî mudaxaleyî girseyê nekirin. Di encama vê êrîşa hovane de, du jê xebatkarên otêlê û 33 jê rewşenbîr û hunermend, bi giştî 35 kes bi hovane hatin şewitandin. Ji qurbaniyan yê herî bi temen Asim Bezîrcî yê 66 salî û yê herî biçûk jî zarokê bi navê Koray Kaya ku ji bo pêşandana folklorê hatibû bajar bû. Her wiha hemwelatiya Hollandayê Carîna Cuanna Thedora Thuys jî di komkujiyê de hate qetilkirin.

Çîller û Demîrel komkujî parastibûn

Di dema Komkujiya Sêwazê de serokomar Suleyman Demîrel û serokwezîr jî Tansu Çîller bû. Piştî komkujiyê Çîller bi van gotinan komkujî erê dikir: “Şûkir ku tiştek bi gelê me yê li derveyî otêlê nehatiye.” Demîrel jî ji Çîller gelek kêmtir nema û ev tişt di gotin: “Bûyereke biçûk e. Tehrîkeke zêde heye. Ji ber vê tehrîkê jî gel hêrs bûye. Hêzên ewlehiyê tişta ku ji destê wan dihat kiriye.” Wezîrê karên navxweyî yê wê demê Mehmet Gazîoglu jî komkujî wiha di nirxand: “Ji ber tehrîkên Azîz Nesîn ên li dijî baweriya gel, gel aciz bû û bertek nîşan da ye.”

Erdogan biryara berdanê da

Bi ser Komkujiya Sêwazê re 27 sal derbas bûn lê hê jî piştperdeya komkujiyê nehatiye zelalkirin. Derdorên siyasî û leşkerî yên tiliya wan di komkujiyê de nehatin darizandin. Her wiha bi girtina çend kesan re hewl hat dayîn ku bi ser komkujiyê de bê girtin. Yek ji van kesên hatine girtin jî kujerê bi navê Ahmet Turan Kiliç (87) bû. Kiliç ku 27 sal in girtî bû, bi biryara serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan hate berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar