Li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirker ên li ser Rojava meşa dirêj a 3 rojan li Hambûrgê dest pê kir.
Gava yekem a meşê ji pêşiya Parlamentoya Hambûrgê bi kombûna kurdistaniyan û belavkirina belavokan a sedemê meşê dest pê kir. Meş li semta Gansemarkt bi mîtîngekê bi dawî bû.
Îmam Comet ê di Komîteya Amadekar de cih digire ragihand ku dê gava duyemîn a meşê sibê ji semta Altona destpê bike û li Girtîgeha Damtorê bi dawî bibe. Comert anî ziman ku dê alîgirên tîma Futbolê ya St. Paûlî jî destekê bidin meşê.
Meşa ku dê sibe saet di 12:00’an de ji ser Rêya Altona Grossebergê dest pê bike, li bendê ye ku welatiyên Hambûrg, Kîel û Bremenê jî tev li bibin. HAMBÛRG