Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sêyemîn Konferansa TJA’yê dest pê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê bi tevlêbûna 700 delegeyan, bi dirûşma  ‘Em jin in ji bo azadiya xwe em hene. Em ji bo guhertinê li ser pêya ne’ dest bi sêyemîn konferansa xwe kir. Konferans dê du rojan bidome. Di konferansê de endamên rêxistinên jinan ên ji Ingilistanê, rêxistinên jinan ên Herêma Fedekal a Kurdistanê, saziyên femînîst, hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîka (DBP) Salîha Aydenîz, hevberdevka Kongreya Demokratîka a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, nûnerên saziyên sivîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Dayika Fatma Uyar a ku li Silopiyayê hatibû qetilkirin, Hatîce Uyar û gelek jin amade bûn. Eywana konferansê bi pankartên ‘Jina jiyanê azad dike jina herî xweşik e’ û ‘Dema em bi ser bikevin wê demê em hene’ hatibû xemilandin. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî tev li konferansê bûn. Di konferansê de ji ewil deqeyek rêz hat girtin û piştre jî dîwan hat hilbijartin. Der barê têkoşîna 40 salan  de jî sînevîzyonek hat nîşandan.

Axaftina vekirina konferansê ji hêla aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ve hate kirin. Gokkan diyar kir ku sala 2019’an ji bo jinan saleke berxwedanê bû û wiha domand: “Li seranserê Rojhilata Navîn jinan li ber xwe dan. TJA mîrateya dîrokê ye û berxwedana sedsalê îro jî didomîne. TJA xwedî li ax, dîrok û serokê xwe derdikeve. TJA ji bo birêxistinbûna jinên bakurê Kurdistanê hat avakirin lê belê niha li cîhanê bûye dengê hemû jinan. TJA’yê xwe gihand hemû jinên cîhanê. Xwestin hebûna me qedexe bikin lê belê em bi perspektîfa kurdistanî û paradîgmaya birêz Ocalan li dijî qedexan derketin. Em bi vê paradîgmayê têkoşîna xwe mezin dikin.”

‘Jinan tu caran xayîntî li têkoşîna xwe nekir’

Di berdewamê de jî Gokkan destnîşan kir ku ew tu caran êrîşên zîhniyeta serdest a mêr nas nakin û wiha pê de çû: “Jinan ne di paşeroj û ne jî di pêşeroja xwe de tu caran xayîntî li têkoşîna xwe nekir. Em serî natewînin û em dev jî têkoşînê bernadin. Em tu carî serî li hemberî tifaqa AKP û MHP’ê natewînin. Li hemberî destkeftiyên me êrîşek heye lê belê em ê heta dawiyê ji destkeftiyên xwe biparêzin. Em nahelin ku destkeftiyên me bên xespkirin. Heta statuya gelê kurd neyê naskirin û Rêberê Gelê Kurd azad nebe dê tu rêxistinbûnek pêk neyê. Jin dê ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan her tim li ser pêya bin. Tecrîda li hemberî birêz Ocalan tê wateya tundiya li hemberî gelê kurd û civaka Tirkiyeyê. Zîhniyeta serdest a mêr êrîşê pergala hevserokatiyê dike. Pergala hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyeke girîng e. Em wekî TJA’yê em ê her tim pergala hevserokatiyê biparêzin. Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe. Têkoşîna me dê heta dawiyê bidome.”

Peyamên siyasetmedarên jin hatin xwendin

Piştre jî di konferansê de peyamên Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Çaglar Demîrel û Nûrhat Altun ji hêla parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag ve hate xwendin. Siyasetmedarên jin bi peyama xwe silavên xwe ji konferansê re şandin û bal kişandin ser girîngiya konferansê ya ji bo têkoşîna jinê.  Piştî peyamê, hevseroka SKP’ê Canan Yuce axivî û bal kişand ser dîroka têkoşîna jinê. Yuce da zanîn ku dîroka têkoşîna jinê qedim e û wiha axivî: ” Ji Şîliyê heta Rojava, ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê dê têkoşîna jinan bi ser bikeve. Em ê li dijî tundiya li hemberî jinê berxwedana xwe bidomînin. Em ê dengê jinê yên hemû qadan bighînin hev û têkoşîna xwe bidomînin. Em wekî SKM’ê hêza xwe ji têkoşîna li vir digirin. Dê her tim berê rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê jî li vir be. Sekna jinan a li vir dê têkoşîna jinên cîhanê jî ronî bike.”

‘Divê jin bibin pêşengên yekitiya neteweyî’

Li ser navê Tifaqa Jinan a Kurd Duysal Karataş jî bi gotina; ‘Ey kurd no ger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek’ dest bi axaftinê kir û diyar kir ku ji bo yekitiyeke xurt dê têkoşîna xwe bidomînin. Duysal destnîşan kir ku li dijî tundî û êrîşên li hemberî jinên kurd divê sekneke bi rêxistinî bi pêş bikeve. Duysal herî dawî jî got ku divê jin bibin pêşengên avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd.

Konferans, ji çapemeniyê re girtî didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar