Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PKK: Biryara Dadgeha Belçîkayê mehkûmkirina hiqûqî ya komployê ye

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Navendî ya PKK’ê têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara Dadgeha Belçîkayê ya têkildarî PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê wiha ye: “Em di salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ne ku ji bo kurdan ‘roja qirkirinê’ ye. Ev komploya ku beriya 21 salan pêk hat, ji bo temamkirina qirkirina kurdan bû. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê kurd 21 sal in li dijî vê komployê, tecrîda Îmraliyê ku sembola wê ye û sîstema tecrîdê bi hêza xwe hemûyî, bi rengekî topyekûn şerê azadiyê dikin. Em daxwaz û biryardariya xwe careke din nîşan didin ku em ê vê têkoşîna mirovahiyê ya pîroz di sala bîst û duyemîn de jî li ser xeta serketinê bimeşînin.

Li ser vê bingehê, beriya her tiştî em afirînerê vê berxwedana dîrokî ya azadiyê Rêber Apo, berxwedana lehengî ya bi pêşengiya Berxwedana Îmraliyê li her qadê tê meşandin silav dikin û di sala bîst û duyemîn de hêviya serkeftinên mezin dikin. Şehîdên xwe yên leheng ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn xelek û li dijî komployê xwedî li Rêber Apo derketin, ew parastin, bi rêz, hezkirin û minet silav dikin. Di sala 22’yemîn de jî em ê li dijî komplo û tecrîdê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û têkoşînê teqez bi ser bixînin.

Em di heman demê de di salvegera 14’an a şehadeta endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê hevrê Viyan Soran de ne, ku di şeva 1-2’ê sibata 2006’an de xwe kir gogek ji agir û ji bo hilweşandina sîstema tecrîdê û tecrîda li Îmraliyê bang kir. Em baş dizanin ku ‘Banga Viyan’ ji aliyê gelê me ve çawa hate pejirandin û li ser vê bingehê di tevahiya sibata 2006’an de li dijî îşkenceya Îmraliyê û sîstema îşkenceyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên gel ên dîrokî di kîjan astê de pêk hatin. Em di wê baweriyê de ne ku di serî de jin û ciwan, dê gel û dostên me heman bangê di vê meha sibatê de jî ji xwe re bikin esas û têkoşîna şikandina tecrîda li Îmraliyê û têkbirina komploya navneteweyî li her qadê bilind bikin.

Li ser vê bingehê, di salvegera 14’an a şehadeta wê de em endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê hevrê Viyan Soran û di şexsê wê de jî şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin. Hevrê Viyan bû pêşenga jin û ciwanên başûrê Kurdistanê, hişmendî û afirîneriya berpirsyariya Apoyî di kesayetiya xwe de berbiçav kir û her tim di xeta serkeftinê de meşiya. Lewma em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wê derkevin û armanca wê bi ser bixînin. Em pê bawer in ku di serî de jin û ciwan wê gelê me li ser şopa hevrê Viyan bimeşe û îşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê hilweşîne.

Weke ku tê zanîn, bi komploya navneteweyî re ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an bi tecrîda li Îmraliyê û sîstema tecrîdê hate dewamkirin, xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmha bikin, Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK’ê tasfiye bikin û li ser vê bingehê qirkirina kurdan temam bikin. Ji aliyê tifaqa DYA, Ingilistan û Îsraîlê ve hate plankirin û bi rê ve birin û hêzên desthilatdarîparêz û dewletperest hemû ji bo vê armancê hatin bikaranîn. Di demeke welê de hate kirin ku sîstema modernîteya kapîtalîst veguherî hêza hegemonîk a navneteweyî û ji bo astengkirina çareseriya ‘Pirsgirêka Kurd’ bû êrîşa tunekirina gelê kurd. Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê dixwestin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li ser bingeha azadiya gelê kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêk bînin. Bi vê komployê re xwestin, Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê tasfiye bikin, îmha bikin û bi vî rengî çareseriya pirsgirêkê, azadiya kurdan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn asteng bikin.

Hêzên komploger ji bo vê armanca xwe 21 sal in hêza xwe bi temamî seferber dikin, bi her rê û rêbazê li dijî Rêber Apo, PKK’ê û gelê kurd êrîşa qirkirinê dikin. Di dema bihurî de tevî ku planên navborî yên êrîşê gelek caran hatin têkbirin jî her carê planên nû amade kirin û êrîşên qirkirinê yên komploger pêk anîn. Qirkirina kurdan, îşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê niha jî dewam dikin, çareseriya pirsgirêka kurd asteng dikin, êrîşên ji bo tasfiyekirin û tunekirina PKK’ê li her cihî dixin meriyetê, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat zext, zilmeke nehiqûqî û bêexlaq li dijî kurdan dikin û bi komkujiyê hewl didin êrîşa xwe ya qirkirinê dewam bikin.

Komplo hate pûçkirin

Lê belê ev hewldanên wan ên ji bo meşandina êrîşên hovane ku sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê ye, pûç in. Ji ber ku bi pêşengiya partiya me, bi berxwedana lehengî ya gelê me 21 sal in êrîşên komployê ya navneteweyî bi dehan caran hatin şikandin, planên komployê hatin têkbirin û zîhniyet û siyaseta komploger hatin têkbirin. Bîst û yek salan bi pêşengiya partiya me, hêzên me yên gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan, gel û dostên me di xeta fedayî ya Apoyî de li ber xwe dan û komplo pûç kirin. Li ser bingeha serkeftineke bi vî rengî dest bi sala bîst û duyemîn dikin û dixwazin di vê salê de komployê û îşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê ku sembola komployê ye têk bibin. Di sala nû ya têkoşînê de berxwedana me ya azadiyê wê tecrîdê têk bibe, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne û Kurdistanê azad bike, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bike.

Biryara dadgeha Belçîkayê

Bi destpêkirina meha sibatê de ku meheke komplo û berxwedanê ye, dadgeriya Belçîkayê li ser PKK’ê û kurdan biryareke gelekî girîng da. Aşkera ye ku biryara li ser PKK’ê ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Belçîkayê ve hate pejirandin, bi esasî mehkûmiyeta hiqûqî ya komployên 9’ê cotmeha 1998’an û 15’ê sibata 1999’an e. Bêguman ev biryar ji bo kurdan û mirovahiya demokratîk di asta dîrokî de girîng e û xwedî wê hêzê ye ku dikare bandorê li siyaseta Ewropayê bike. Em hêvîdar in ku ev rastî wê bê dîtin û biryara navborî wê ji aliyê mûxataban ve ji bo demokrasî û azadiyê, yanî ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka kurd bê nirxandin. Bi vî rengî dê siyaseta Ewropayê karibe tişta beriya 21 salan nekarî bike niha bike. Beriya 21 salan Rêber Abdullah Ocalan şensê çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka kurd pêşkêş kir, lê belê wan ev yek nenirxandin. Em hêvîdar in ku wê niha karibin vê şensê binirxînin. Ji xwe Rêber Abdullah Ocalan çawa ku beriya 21 salan amade bû, niha jî ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û danûstandinên demokratîk ên li ser vê bingehê re amade ye. Vê rewşa xwe di her firsendê de tîne ziman û herî dawî di gulana 2019’an de di deklarasyona xwe de careke din diyar kir û bang li hêzên pêwendîdar kir. Êdî ya mayî bi siyaseta Ewropayê û nêzîkatiya hêzên ku pirsgirêka kurd afirandin û bêçareserî dihêlin eleqedar e. Ji ber biryara heyî û berxwedana azadiyê ya li Kurdistanê, hêzên navborî zehmet e ku mîna berê tevbigerin û nêzîk bibin.

Têkoşîna berfireh teqez dê tecrîdê parçe bike

Aşkera ye ku di sala 22’yan a komployê de sîstema êrîşê ya komplogeran hîn belawela ye û têkçûyî ye. Li hemberî vê yekê, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji nava sînorên welêt jî derket û veguherî tevgereke demokrasiyê ya herêmî û global. Hemû bindest û raya giştî ya demokratîk bi taybetî jî jin bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê kurd re ne. Li dijî zextên faşîst, komkujî, destavêtin û dagirkeriyê, hêrsa gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di asta herî bilind de ye. Sîstema Îmraliyê êdî ji bo her kesî bûye tecrîd û îşkenceyê, lewma kes naxwaze bi vê sîstemê bijî. Ji ber vê yekê sala 22’yan a li dijî tecrîd û komployê wê bi rê û rêbazên dewlemend û bi bandor û berfireh ên têkoşînê derbas bibe, îşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê teqez parçe bike û bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê di serî de kadroyên me yên partiyê, hêzên me yên gerîla, jin û ciwanan em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku li dijî komployê hişmendiya têkoşînê bêhtir xurt bikin, îradeya me ya ji bo têkbirina tecrîd û komployê bi hêz bikin, di meha sibatê de li dijî komplo û tecrîdê têkoşînê bi şev û roj li her qadê bi her rê û rêbazên bilind bikin û sala 22’yan bikin sala serkeftinê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar