Di van rojên ku em salvegereke din a rehînekirina Serok Apo dijîn li dijî serokatiyê ‘tecrîdeke mutleq’ a girantir li ser tê pêkanîn. Ne tenê destûrê nadin parêzer û malbata wî lê êdî pêdiviyê bi bersiva serlêdanan jî nabînin. Her wiha şandina nameya jî asteng dikin wiha jî nahêlin ku bi tu rengî agahî ji serokatî were girtin. Bi vî rengî ew dîwarê mijê yê ku bi ser Îmraliyê de girtine ku bi tu awayî nayê dîtin çi li wir dibe.
21 sal derbas bûn ku Serok Apo bi vî rengî tê rehîngirtin. Rehîngirtina Serokatî ya bi vî rengî di heman demê de tê wateya girtina gelê Kurdistanê. Ji ber ku ew pergala rehîngirtinê ya li Îmraliyê hate damezrandin veguherî pergalekê û li ser civaka Kurdistanê jî hate pêkanîn. Polîtîkayên ku li dijî Serok Apo pergala li ser Îmralıyê pêkanîn veguherandin wekî polîtîkayekê û li dijî gelê Kurdistanê jî pêk anîn.
Lewre jî rastiya Serok Apo û ya gelê Kurdistanê ji yek rastiyê pêk tê û bi hev re girêdayî ne. Di heman demê de nêzîkatiya jî wan yek e û mirov nikare yekê ji wan ji ya din cuda bigire dest. Ev rastî bi her awayî aşkera û zelal xwe bêguman kiriye.
Hebûna Kurdistanê û gelê Kurdistanê xwe dispêre vedigere hezarê salan. Lê rastiya gihiştina vê rastiyê bi Serok Apo re destpê kiriye. Bi Serok Apo re gelê Kurdistanê jî bersiva ‘siberojeke çawa’ dabûn. Bi bersiva vê pirsê re dest bi meşê kiribû û gihaye asta roja îro ku tê de ye. Niha vê meşa xwe veguherandiye tekoşîna ‘avakirina Neteweya Demokratîk’ û ew yek gihaye asteke ber bi azadiyê ve. Di heman demê de ev jî tê wê wateyê ku gihaye asta derbaskirina rehînegirtina Serok Apo û gelê Kurdistanê.
Gerek girankirina tecrîda li ser Rêber Apo gerek êrîşên qirkirinê ya topyekûn a li gelemperiya Kurdistanê, pêkanînên sedema esasî ev rastî ye. Hêzên komploger a navneteweyî û hevkarên wan rastiya dê hîn dirêjtir nikaribin Rêber Apo dîl bigirin, dîtin. Di heman demê de hêzên sermeyadar ên global û şaxên wan ên dewletên herêmê jî dizanin ku Kurdistan êdî bêstatu namîne. Sedema girankirina tecrîda teqez a li ser Rêber Apo û êrîşên qirkirinê li Kurdistanê ku bi her awayî veguheriye wehşetê, ji ber vê rastiyê ye.
Hêzên komploger ên navneteweyî û hevkarên wan hêvî dikin ku bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo û zêdekirina êrîşên qirkirinên li Kurdistanê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê asteng bikin, ger vê bi ser nexin jî dixwazin ji bo demeke din jî bi vî awayî bidomînin. Ji bo xwe ji rêya çareseriyê tenê vê dibînin.
Divê tiştên ku gelê Kurdistanê û dostên wan bibîne ev rastî ye. Ji hevdu cuda fikrandina pêkanîna azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ne pêkan e. Pêşeroja kurdên ku ji neçarî welatên xwe terk kirine û li welatên cuda bi cih bûne û bi hezarên wan li zindanan in, girêdayî vê rastiyê ye. Pêşeroja hevserokên partiyan, hevşaredaran, parlamenteran, rêveberên partiyê ku li gorî prosedurên qanûnê dixebitin, endaman, rêveberên sendîka û komeleyan jî ne pêkan e ku ji vê rastiyê cudatir bê fikradin. Tevî vê rastiyê, hinek ji wan ji zindanê derkevin an jî îhtîmala derketina wan hebe jî, vê rastiyê naguherîne. Çimkî pêşeroja kesên ku ji zindanê derkevin an îhtîmala derketina wan heye yan jî dibe ku hergav bikeve zindanê girêdayî vê rastiyê ye. Polîtîkayên esasî ya dewleta qirker a TC’yê jî pêk tîne ji bilî vê yekê tiştek din nîn e.
Van rojên ku em dikevin salvegereke nû ya komploya navnetweyî, ev rastî bi awayekî zelal careke din xwe raxist ber çavan. Divê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bikeve pêşiya her tiştî û her wiha divê bê famkirin ku her hewldan û bendewariyên derveyî vê yekê jî xwe xapandin e.