Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rûsya: Dewleta tirk agahî neda me û Sûriyeyê jî lê xist

Navenda Nûçeyan |

Şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê, Rûsya û dewleta tirk û çeteyên wê yê li Idlibê her ku diçe kûrtir dibe. Di çarçoveya şer de şevê din hêzên rejîma Sûriyeyê 3 kîlometreyan li nêzî Seraqibê êrîşî hêzên artêşa tirk a dagirker kir. Di encama êrîşê de 4 leşkerên tirk hatin kuştin û yek jê giran bi giştî 9 leşker jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê Rûsyayê daxuyaniyek da.

Artêşa Rûsyayê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku yekîneyên artêşa tirk di şeva 2’yê sibatê bêyî ku agahiyê bide hêzên rûs, ber bi herêmên bêpevçûn ve çûne. Bi domdarî jî ev agahî hatin dayîn: “Di vê navberê de hêzên hikûmeta Sûriyeyê li rojavayê Seraqibê êrîşî terorîstan kir. Di vê navberê de hêzên artêşa tirk jî bûn hedefa hêzên rejîmê. Tirkiyeyê li hemberî hêzên hikûmeta Sûriyeyê tu êrîşên hewayî yan jî yên bejahî pêk ne anîn. Hêzên me li herêmê bêpevçûn bi şev û roj qada hewayî kontrol dikin. Hêzên hewayî yên dewleta tirk qada hewayî ya Sûriyeyê binpê nekiriye û li dijî eniyên artêşa Sûriyeyê tu êrîş pêk ne anîne.”

Girîngiya Seraqibê

Herêma Seraqibê ku artêşa tirk a dagirker lê bû hedefa hêzên rejîmê, xwedî cihekî stratejîk e. Demek berê hêzên rejîma Sûriyeyê 10 kîlomtre li başûrê Seraqibê, çend cihên ku rêyên navneteweyî yên M4 û M5 digihijin hev kontrol kiribûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar