Cebraîl Ancar ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê di hucreya yekkesî de girtî ye, bi hinceta ku jimartina ser pêya nedaye, ji aliyê gardiyanên ku jê re gotine ‘Dewlet hat rabe pêyan’ ve hat derbkirin. Piştî derbkirinê Ancar, serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da û derbarê gardiyanên ku ew derbkirin de serlêdana sûc kir. Malbata Ancar ji bo ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê da.
Ancar ku serî li ÎHD û Serdozgeriyê da, diyar kir ku 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî ye û li girtîgehê gelek mafên wî tên binpêkirin û bi provakasyonên gardiyanan re rû bi rû dimîne. Ancar ragihand ku li huncreya yekkesî dimîne û ev tişt got: “Di 13’yê çileyê derdora saet 19.45’an de çend gardiyan hatin hucreya min û gotin ku ‘Dewlet hat rabe pêyan’ û êrîşî min kirin. Li qorîdorê jî tundiya wan berdewam kir. Li revîrê jî bijîjk ji dûr ve li min nêrî û rapora ‘tunebûna derban’ da min. Rêveberiya girtîgehê jî bi gardiyanan re sûcdar e. Derbarê hemû kesan de gilîker im.”
‘Berê jî tundî lê hatiye kirin’
Ancar destnîşan kir ku berê jî li girtîgehê hatiye derbkirin û tu lêpirsîn nehatiye kirin.
Parêzera Ancar Mehtap Sert jî da zanîn ku muwekîlê wî berî ji hatiye derbkirin û bi rêya malbata Ancar serî li ÎHD’ê dane û wiha got: “Ji ber ku berê jî hatiye derbkirin, malbata Ancar ji jiyana Ancar bi guman in. Ji bo ve yekê daxwaz dikin ku kurê wan ji Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê sewqî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Amedê bê kirin. Em ê şopdarê vê bûyerê bin.” HATAY