Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Japonyayê 3 hezar û 711 kes li keştiyekê xistin karantînayê

Navenda Nûçeyan |

Li nêzî paytexta Japonya Tokyoyê, ji ber vîrûsa korona 3 hezar û 711 kes li keştiyekê xistin karantînayê.

Rayedarên japon ji bo lêkolîna li rewşa tenduristiyê ya rêwiyan dest bi kar kirin.

Hate ragihandin ku li keştiya bi navê Dîamond Prîncess a şîrketa Prîncess Crûîses a Amerîkayê 2 hezar 666 rêwî û hezar û 45 personelên keştiyê hene.

Li gorî medyaya Japonyayê piştî ku hate tespîtkirin rêwiyekî 80 salî yê di 25’ê çileyê de li Hong Kongê li keştiyê siwar bû bi vîrûsa Korona ye, biryar hate wergirtin ku tedbîra karantînayê bê wergirtin.

Berdevkê hikûmetê Yoşîhîde Sûga roja duşemê daxuyaniye da û diyar kir ku keştî rojekê zû gihîşt bendergeha Yokohama ya li rojavayê paytext Tokyoyê û wê bixin karantînayê.

Keştî êvara şemiyê xistin karantînayê. Piştî lêkolînê hate tespîtkirin ku ew kes bi vîrûsê ye û keştî ji nû ve xistin karantînayê.

Li Japonyayê heta niha 20 kesên bi vîrûsê hatine tespîtkirin. Li 4 ji wan bêyî ku semptomek hebe vîrûs lê der bû.

Di çarçoveya tedbîrên dijî belavbûna vîrûsê de hikûmeta Japonyayê ji roja şemiyê ve biyaniyên di dema nêz de li wîlayeta Hûbeî ya Çînê mane nahêle ku derbasî welêt bibin. Vîrûs di meha kanûnê de li bajarê Wûhan ê wîlayeta Hûbeiyê derketibû holê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar