Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rapora Girtîgeha Amedê: Bi awayekî têrker xurek nadin zarokan

Komîsyona Jêr a Lêkolîna Mafê Girtî û Hikumxwarana Meclisê ku di 8’ê Mijdara 2019’an de Kampûsa Girtîgehên Amedê ziyaret kiribû û di encama ziyaretê de bi agahî û belgeyên têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan, raporek amade kir. Metna raporê dê roja pênçşemê radestî Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan bê kirin. Komîsyonê, li Girtîgeha Girtî ya Jinan, Girtîgeha Girtî ya Zarok û Ciwanan û Girtîgeha Tîpa D a Amedê ziyaret kiriye û lêkolînan pêk aniye.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku girtî û hikumxaran ji komisyonê re diyar kirine ku bi awayekî têrker pirsgirêkên wan ên tenduristiyê nayên derbaskirin, tedawiyên wan an dereng tên kirin an jî qet nayên kirin, daxwazên wan ên veguhastinê pêk nayên, personelên girtîgehê bi awayekî kêfî mumeleya xerab li wan dikin, di ava sar û germ de pirsgirêk dertên, mafên aktîvîteyên civakî û têkilîdanînê tên binpêkirin, şertên fîzîkî di asta bes de ne.

Dîsa hatiye destnîşankirin ku di ser kapasîteyê de girtî û hikumxarî li kampusê hene û zarokên ku dayikên xwe yên girtî re dimînin bi awayekî têrker xurek nadin wan.

Ji bilî van pirsgirêkan ferzkirina lêgerîna tazî û gelek pirsgirêkên din jî di raporê de hatine rêzkirin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar