Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çeteyên li Idlibê li Efrînê tên bicihkirin

Navenda Nûçeyan |

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke xwe cihî ya li navçeya Bilbil a Efrînê, nêzî 800 malbatên çeteyên ser bi komên Bazên Bakur (Kuzey Kartallar) û Sûltan Mûrat ên li Idlibê li gundên Balan, Qurnê, Hiyame, Seriya, Bîkê, Qestelê Xidiriya û Hesen Dêra ya navçeya Bilbilê hatine bicihkirin.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku çeteyên artêşa tirk a dagirker 55 malbatên nû yên ji Idlibê li gundê Tirindê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê, 86 malbatên çeteyan li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa, 2 malbat li gundê Istêr ê girêdayî navenda bajêr, 240 malbat li gundê Eyndarê, 85 malbat li gundê Kifêrê yê girêdayî navenda Efrînê bi cih kirine. Her wiha derdora 66 malbat li gundê Îska yê navçeya Şêrawa, 57 malbat li gundê Kefer Zêtê yê Cindirêsê, 24 malbat li gundê Coqê yê girêdayî navenda Efrînê, 62 malbat li gundê Babilêtê yê girêdayî navenda bajêr, 45 malbat li gundê Til Tewîl yê girêdayî navenda bajêr û 38 malbatên çeteyan li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa bi cih kirin.

Li gorî çavkaniyekî ji herêma Racoyê, çeteyên artêşa tirk a dagirker gelek sivîlên Efrînê revandin û ji bo serbestberdana wan fîdye xwestine. Li gorî çavkanî, Iz El-Dîn Enwer Elî (35) beriya du hefteyan hate revandin û ji şêniyên gundê Hesen Kilkawî yê navçeya Reco ye.

Çeteyan ji bo serbestberdana wan, ji malbatên kesên revandine 300 hezar lîreyên Sûriyeyê xwest.

Di 1`ê Sibatê de jî çeteyan şêniyên bi navên Eyhan Mihemed Mamo û Heysem Mihemed Mamo yên ji gundê Heyama yê navçeya Racoyê revandin. Heta niha çarenûsa kesên hatine revandin ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên dewleta tirk a dagirker beriya çend rojan bazirganekî zeytê ji şêniyên Efrînê revand û piştî ku fîdye wergirtin, kesê revandî kuşt.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar