Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

KNK’ê encamnameya civîna xwe ya asayî parve kir

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 1’ê sibata 2020’an de li navenda xwe ya li Brukselê civîna xwe ya asayî pêk anî.

Di civînê de rewşa siyasî ya li Kurdistanê, arîşe û qeyranên navxweyî û navdewletî yên li Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn,  guherîna rol û pêgeha hevsengiyan di navbera hêzên herêmî  û cîhanî de hatin nirxandin û analîzkirin.

Encamên civînê bi daxuyaniyeke bi raya giştî re hatin parvekirin. Encamname wiha ye:

“Aşkera ye Rojhilata Navîn ku erdnîgariya Kurdistanê hembêz dike, bi dehan sal e bi sedemên qeyran û arîşeyên nedadwerî ve dinale. Rewş gihaye astekê ku berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî aloz û tevlihev bibin. Vê rewşê jî wisa kiriye ku hêzên serdest ên navdewletî, bi şêwazên siyasî, leşkerî, berjewendiyên aborî û sîxurî derbasî herêmê bibin. Sedemên sereke yên vê aloziyê jî rejîmên nedadwer, dîktator û şerxwazên herêmê ne ku bi siyaseta jinavbirin û nemirovahiyê, gelên navçeyê xistine nava kêşeyên mezin û metirsîdar. Ji ber van karên ne li rê, êdî gelên herêmê van neheqiyan qebûl nakin, pêlên nerazîbûn û serhildanan gelek deverên herêmê li xwe girtine. Gel daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, di nav de jî bizava rizgarîxwaza Kurdistanê pêgeh û rolekî berçav heye. Daxwaziyên  xebat û tekoşîna xwe bi şêweyeke zelal û aşkera xistine ber singa raya giştî û fermiya navdewletî û cîhanê.

Qeyranên navxweyî yên dagirkerên li Kurdistanê kûrtir dibin

Qeyranên dewletên dagirker ên Kurdistanê, heya diçin aloztir û kûrtir dibin. Dewleta Tirkiyeyê weke hêzeke têkder û şerxwaza herêmê, bi egera siyaseta xwe ya navxweyî  û derekî ketiye nava kirîzên siyasî û aborî yên mezin. Bêguman ev yek derencamê serederî siyaseta hovaneya dewleta Tirkiyeyê ye ku hebûna xwe li ser tunebûna gelan dide meşandin û bi taybet jî gelên Kurdistanê. Dewleta Tirkiyeyê bi rêveberiya Erdogan di nava hewlên zêdegavî û firehkirina sînorên desthilatdariya Tirkiyeyê de ye. Ew, gelê kurd û bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê weke asteng li van hewlên xwe dibîne. Her ji ber vê sedemê rejîma Tirkiyeyê, ne tenê bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê li bakurê welêt, belê destkeftiyên kurdan li başûr û rojavayê Kurdistanê jî weke metirsiyeke mezin li dijî xwe dibîne. Êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Başûr û bi taybet êrîşên ser rojavayê Kurdistanê vê rastiyê piştrast dikin. Hovîtiya  siyaseta rejîma Tirkiyeyê gihaye wê astê ku ji bilî Kurdistanê dest biavêje nava pirsgirêkên hin dewletên derdor û rewşa wan tevlihev bike,  arîşeyên sînorê bejayî û deryayî li gel welatên dikevin ser tixûbên Deryaya Spî çê bike. Belê di ser hemû êrîş û tundiya Tirkiyeyê û hevpeymanên wê, tekoşîna kurd û kurdistaniyan  ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa dewam dike.

Biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê

Derencama vê rewşê Tirkiye xistiye nava kirîzeke kûr ya navxweyî û derekî. Di heman demê de rewatiya şoreşa Kurdistanê, roj bi rojê ji dinyayê re aşkeratir û zelaltir dibe,  rewatiyekê zêdetir li xwe digire. Biryara Dadgeha Bilinda a Belçîkayê ku rewatiyê bi şoreşa azadîxwaza Kurdistanê li hemberî desthilat û leşkerekî çekdar dide. Di heman demê de PKK bi rêxistinekî ne terorîst dibîne ku di şerekî leşkerî de ye li hemberî sipayê welatekî. Ev biriyar serkeftina dengê rewaye li ser nerewayî û nedadweriyê da. Ev serkeftin bi renc û keda zêdetir ji dehan salên  xebatkerên Kurdistanê û dostên wan hat bidestxistin. Serkeftin û destkeftiyeke mezine ji gelê Kurdistanê re.

Pêwîste bênavber hewil bên dayîn ji bo ku ew welatên din jî yên ku biryara bi terornasîna şoreşa Kurdistanê îmze kirine, heman rê û şopa Dadgeha Bilinda a Belçîkayê bigirin û biryareke dadperwerane di vî warî de bidin.

Rewşa rojhilatê Kurdistanê û Îranê

Rejîma Îranê di nav kêşe û krîzên mezin da ye. Ji aliyê navdewletî  ve rejîmeke jê nayê hezkirin, destewerdan û maytêkirin di karûbarên navxweyî yên welatên derdor û nakokiyên bi dewletên xwedî  hêz û hin welatên din re, ew rû bi rûyê pir qeyranan kirine. Ji aliyek din ve nedadweriya siyasî û civakî ya li jêr wîlayeta Feqîh – ‘Dewleta mezhebî’ da, xelk birçî û perîşan kiriye. Milet bi şêwazên cuda derbirînê ji nerazîbûna xwe dikin, rewş gihaye wê radeyê ku li vê dawiyê zincîreke meş û serhildanan encam bidin û çendin çalakî heya niha sergirtî mane nehatine behs kirin. Bêgûman beşa herî zor a vê rewşa ne li bar li rohjhilatê Kurdistanê rengveda ye. Xirabiya rewşa aborî, girtin, îşkencedan û îdam dewam dikin. Bi taybet li van çend mehên derbasbûyî bi dehan kes girtî û windan e, bêkarî û dijwariya kawdanan jiyan li gelê me yê rojhilatê Kurdistanê herac kiriye, neçarî bi dehan kes mecbûr dimînin ku karê kolberiyê  bikin. Kolberî jî karekî pir metirsîdare. Kolber di nava berf û baranê de tenê bona bidestxistina jiyana xwe ya rojane, neçar dibin sînorekî bi destan û bê heza wan û bê heza gelên herêmê hatî çêkirin derbas dikin. Ev nanûzikî bi wan rewa nayê dîtin û rejîma Îranê li wan dixe. Rejîmê heya niha bi hezaran kolber xistine zindanan û hejmareke mezin jî hatine kuştin. Em wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di nava liv û tevgerek cidî de ne ku kar li ser keysê kolberên rojhilatê Kurdistanê bikin û dosyaya wan bigihînin navendên navdewletî û saziyên mafên mirovan.

Rejîma Îranê heya niha tu pêngav çi biçûk an jî mezin bi tu şêweyî ji bo çareseriya demokrasiyane ya pirsa kurd neavêtine. Ev rewş heya dawiyê weha ji wan re naçe sêrî. Dewleta Îranê dê ber biguherînan ve here, pêwîste bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê xwe ji vê rewşê re amade bike, ji bo karibe demê her guherîneke çarenivîssaz hevsarê doza Kurdistanê têxe destê xwe. Ji vê mebestê re li destpêkê pêwîste hêz û partiyên kurdistanî tifaqeke navxweyî pêk bînin. Bi yekdengî û yekrêzî û hevçeperiya xwe hêviyekê bidine gel û amadeyê pêşhatinan bin, heke wiha nebe, dê derfet ji dest biçin.

Rewşa başûrê Kurdistanê

Başûrê Kurdistanê bi temamî qeyran derbas nekiriye. Heya vê gavê hikûmetê nekariye bersiva daxwazên gel bide. Belêniya çaksaziyê heya niha guherînek berçav li ser jiyan, dadwerî û serweriya yasayê û çendin pirsên din ên girîng nekiriye. Gelê Başûr neçar dike koçberî derveyî welat bibin û çarenivîsa xwe bidine dest derya û sînorên dewletan. Heya niha tundûtîjî û kuştina jinan dewam dike. Li ser mînberên hin mizgeftan rojane sivkatî bi jinên kurd tê kirin. Pêwîste sînorek ji bo van fetwa û bangên bêheq û nerewa bê danîn.

Ji aliyek din ve dagirkeriya Tirkiyeyê û maytêkirina dewleta  Îranê, li başûrê Kurdistanê dewam dike. Tirkiyeyê başûrê Kurdistanê weke cihê êrîşên li dijî şoreşgêrên Kurdistanê bikar tîne. Li vir pêwîste hemû sazî û rêxistînên Kurdistanê helwestên zelal û aşkera li ser vê destdirêjî  û sinorbezandinan hebin. Hewla (hemleta) boykotkirina derametên tirkî pêngaveke girîng û bihadar e. Em wekî KNK’ê rêzê li vê berxwedanê digirin û destek dikin. Daxwaz dikin ku ev hew warên kultûrî – çandî , mediyayî û damûdezgehên perwerdeyî yên tirkan di herêma Kurdistanê damezirandine bigir e.

Raste niha pêwendiyên partiyên Başûr di nava aramiyê de ye. Bi taybet yek helwestî li hemberî desthilata navendê li Bexda û parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê. Em vê hemahingiyê bi karekî girîng dinirxînin û erênî dizanin. Lê belê li ser asta neteweyî û nîştimanî pêwîste pêngavên mukum û cidî ji bona yekitiyeke neteweyî û niştimanî bên avêtin. Tim li ser wê bingehê kar bikin ku berjewendî û destkeftiyên hemû beşên Kurdistanê bi hev re girêdayî ne. Her wisa di rewşa nediyar ya Iraqê de jî, pêwîstî  bi komdengiyek neteweyî û hevkariyeke neteweyî heye.

Parastina xelkê Mexmûrê erka hikûmeta Başûr e

Kampa Mexmûrê ku koçberên ji destê dewleta Tirkiyeyê xelasbûne li wir dijîn û berdewam li bin fişar û zextan de dijîn. Ji aliyekî dewleta Tirkiyeyê wan bombabaran dike û ji aliyek din ve jî hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê ew dorpêç kirine. Duh çeteyên DAIŞ ê bê guman bi destekdayîna derekî bûye, êrîş kirine ser gelê me yê li Mexmûrê. Parastina xelkê Mexmûrê erkê ser milê hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Divê Şengal xwedî rêveberî û parastineke xweser be

Şengal ew birîn a her û her dimîne, niha jî di bin gef û êrîşan de ye. Ji aliyekî ve dewleta Tirkiyeyê dê bombabaran dike, ji aliyekî din paşmayên DAIŞ ê li derdor in. Ji ber ku Şengal xwedî nasnameyeke taybete û piraniya xelkê wê êzdî ne, pêwîste xwedî birêvebirî, hêza asayîş û parastina xwe bi xwe bin. Bona vê mebestê jî, em daxwazê ji hemû hêz û aliyên kurdistanî dikin, piştgiriya van core hewlan bin. Di heman dem de li ser asta nêvdewletî jî xebatê bo danpêdana birêveberiyek xweser bo Şengal ê bikin.

Aşkeraye niha dewleta Iraqê di qonaxeke aloz û dijwar de ye. Ji aliyekî bêkarî û gendelî û neberpirsyariya desthilatdarên dewletê heye, ji aliyeke din ve destwerdan û maytêkirina hêzên herêmî û navdewletî, Iraq ber bi aqarekî nexwestî û çarenivîseke nediyar ve biriye. Serhildana xelkê naverast û Başûr ê Iraqê ku bi dehan kuştî û birîndar çêbûn, hikûmet neçarkirin dest ji kar bikêşe. Ev serhildan rastiyekê aşkera dike ku xelkê Iraqê daxwaza birêvebiriyek sekûler, dadperwer û xweser dikin. Em piştgiriya daxwazên rewa yên xelkê Iraqê ji bona bidestxistina van armancan dikin.

Berxwedana rojavayê Kurdistanê

Li rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê alozî dewam dikin. Raste DAIŞ weke hêza leşkerî şikest, deverên jêr destê wê hatine rizgarkirin, belê weke fikir û hizr hêzeke teroristî heye û maye û niha jî dewam dike. Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrîn, Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî dewam dike. Prosesa guherîna demografyaya wan herêman bi serpereştiya Tirkiyê dewam dike. Ya ku jêre dibêjin opozîsyona Sûriyeyê êdî lawaz bûye û ber bi çarenivîseke nediyar ve diçe. Rejîmê li ser axa Sûriyeyê desthilata xwe zêdetir kiriye, hêzên navdewletî jî heya niha li Sûriyeyê ne. Beşekî ji wan bername heye û beşên din bernamê wan ne zelal e. Pêwîste li gorî vê rewşa heyî, rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bihêztir bikin, dîplomasiyeke piralî bidin meşandin, armanc jî avakirina Sûriyayeke nû be. Pêwîste kurd û kurdistanî û pêkhateyên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibine xwedî formeke otonom û xweser. Sûriye jî bibe dewleteke domokrat û nenavendî. Armanceke din ew e ku dagirkeriya dewleta tirk di zûtirîn dem de bi dawî bibe û hemû ew navçeyên dagirkirî bên rizgarkirin.

Gelê asur, suryan, keldan û ermen ên li Kurdistanê wekî hemû xelkê Kurdistanê di nava arîşe û pirsgirêkên Kurdistanê de ne. Bi egera êrîşên DAIŞ’ê hejmareke zor ji wan koçber bûn. Ji ber hejmara xwe ya kêm û cudayiya ayînî rû bi rûyê astengiyên dijwar dibin. Pêwîste rêveberiya başûrê Kurditanê, rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybetmendî hestiyariya gelê asur, suryan, keldan, ermen û hemû gelên din ên li herêmê li ber çavan bigirin û zêdetir xwedî li wan derkevin.

Di dirêjiya civîna konseya rêveber a KNK ê de li gorî rojevê, kar û xebatên derbazbûyî hatin nirxandin, komîsyonan raporên çalakiyên xwe pêşkêş kirin. Bi armanca baştirkirina kar û xebatan li paşerojê, gelek pêşniyar hatin kirin û biryarên girîng hatin dayÎn. Her wisa jî plansaziya kar û xebatên dema pêş hat danîn.

Di çarçoveya kar û xebatên KNK’ê de biryar hat dayîn ku pêwendiyên dîplomasî ji bo bidestxistina piştgiriya navdeweletî ya ji bo pirsgirêka Kurdistanê re were bihêzkirin. Li ser bicîkirina yekitî û yekrêziya neteweyî û niştimanî civîn, semîner û penelên heme reng li Kurdistan û derveyî welat bên encamdayîn. Peywendî û danûstandin bi partî, rêxistin, komele, komik û kesayetên gelê Kurdistanê re bên firehkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar