Ajansa Reûtersê di nûçeya xwe de ku dispêre daxuyaniyên çar rayedarên Amerîkayê diyar kir ku bernameya hevkariya îstîxbarata nepen a DYA’yê ya bi Tirkiyeyê heta demekê ne diyar hatiye sekinandin.
Rayedarê Amerîkayê destnîşan kirin ku wan berê ev agahî nedane Tirkiyeyê û ji ber êrîşa dagirker a dewleta tirk a li dijî Rojava ya di meha cotmehê de ev bername hatiye sekinandin. Ev biryar jî tê wateya xerabûna têkiliyên du dewletên NATO’yê.
Gelemperî li ser çiyayên Kurdistanê dixebitîn
Ji ber hesasiyeta meseleyê rayedarên DYA’yê navê xwe nedan û îstîxbarata li dijî PKK’ê dane sekinandin. Artêşa Amerîkayê bi droneyan îstîxbarat kom dikir. Rayedarekî diyar kir ku droneyên Amerîkayê di sala 2007’an de di çarçoveya bernameyekê de dest bi firînê kirine û bêhtir li qadên çiyayî yên başûrê Kurdistanê ya nêzî sînorê Tirkiyeyê hatiye kirin.
Berdevkekê Pentagonê ev tişt destnîşan kir: “DYA’yê di sala 1997’an de PKK xiste ‘lîsteya rêxistinên terorîst.’ Em bi salan e tevî Tirkiyeyê li dijî PKK’ê têkoşîneke dimeşînin. Ji ber sedemên siyasî em der barê pirsgirêkên operasyonel tu agahiyan nadin.”
Li gorî Reûtersê rayedarekî Tirkiyeyê yê Wezareta Parastinê diyar kiriye ku bername hatiye sekinandin. WASHÎNGTON