Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Hambûrgê belgefîlmên kurdî

Ji aliyê Kolektîfa Fîlman a Avakîno û Copenhagen Underground dê li bajarê Hambûrg a Almanyayê 4 belgefîlmên kurdî bên nîşandan. Dahatûya bîlêtên ku bên firotin dê bigihêje Heyva Sor a Kurd.

Bernameya nîşandana fîlman dê di 6’ê sibatê saet di 20:00’an de li Amargî Kultur Treffpunkt ya Hambûrgê pêk were. Navê fîlmên ku bên nîşandan ev in; ‘Belgefîlma derhêner Shukrî Mahmood a bi navê Qijik, belgefîlma derhêner Zanyar Muhammadineko ya bi navê Konsepta Min a ji Bigêl, belgefîlma derhêner Rafiqfuad Yarahmadi ya bi navê Çîroka yên Mayî, belgefîlma derhêner Veysî Altay a bi navê Nû Jin.’

Di van çar filman de tekoşîna kurdan bi perspektîfên cuda tê nîşandan. Her wiha mijara fîlman huner, femînîzm û antîfaşîzm e. Hat ragihandin ku dahatûya bîlêtên ku bê firotin dê bigihêje Heyva Sor a Kurd. Bîlêt bi peretî nîn in û çi ji dilê temaşevanan were dê ewqasî bidin bilêtan. Mijara fîlman wiha ye;

Qijik

Ressamekî êzdî di sala 2014’an de ji ber destê DAIŞ’ê direve lê bi awayekî rojane jiyana wî tê tehdît kirin. Dîsa jî ew dev ji hunera xwe bernade û bi hunera xwe tekoşîna kurdan û çanda herêma xwe resm dike.

Konsepta Min a ji Bigêl

Vîdeoyeke kin der barê xaziyekî kurd yê ku di nav karê xweyê gêlê de aş dibe.

Çîroka yê Mayî

Rojnamegerek dema pêşmergeyên li dijî DAIŞ’ê şer dikin dişopîne dikeve destê DAIŞ’ê. Dû re xwe xelas dike. Belgefîlm dijwariyên serlêdana pênaberiyê, pirsgirêkên malbatên ku bi sînoran ji hev hatine veqetandin û pratîkên neheq ê koçberiyê dike.

Nû Jin

Nû Jin li ser şerê YPJ’iyên li Kobanê yê ku ji bo şoreşê jiyana xwe feda kirine disekine û çîrokên wan ên rojane vedibêje. HAMBÛRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar