Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Di pitikekî nû ji dayik bûyî de vîrûsa koronayê hat tespîtkirin

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa Koronayê ku ji ewil li bajarê Vuhan ê Çînê lê rasthatibûn, roj bi roj belavtir dibe. Hejmara kesên ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest didin jî zêdetir dibe. Saziya Tenduristiyê ya Çînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane derket 563’yan. Di heman demê de di zêdetirî 28 hezar kesan de jî ev vîrûs hatiye tespîtkirin.

Li bajarê Vuhan ê Eyaleta Hubeî ya Çînê di pitikekî nû ji dayik bûye de jî vîrûsa koronayê hate tespîtkirin. Nehat zanîn bê ka ev pitik çawa bi vîrûsê ketiye. Lê hat ragihandin ku dayika vî pitikî dema ducanî bû vîrûsa koronayê lê hatiye tespîtkirin. Li bajarê Vuhanê niha jî nêzî 20 hezar kes ji ber vîrûsê tên dermankirin.

Li derveyî Çînê jî mirin çêbûn

Ji bilî Çînê, di heman demê de yek jê ji Filipînan û yek jî li Hong Kongê, du kesên din ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê ya Japonyayê jî ragihand ku di keştiya Dîamond Prîncess ku 3 hezar û 700 rêwî tê de bûn jî di 20 kesan de ev vîrûs hatiye tespîtkirin. Li Japonyayê heta niha di 45 kesan de vîrûsa koronayê hatiye tespîtkirin. Bi vê yekê re jî piştî Çînê, welatê herî zêde vîrûsa koronayê lê hatiye dîtin, Japonya ye. Her wiha li Hong Kongê keştiyeke din a 3 hezar û 600 rêwî tê de ne jî xistine karantînayê.

Vîrûs li 31 welatan belav bûye

Li gorî daneyên Reûtersê, vîrûsa koronayê piştî Çînê li 31 welatên din belav bûye û heta niha di 258 kesan de ev vîrûs hatiye tespîtkirin. 350 welatiyên amerîkî yên ku li Vuhanê diman û piştre ber bi welatê xwe ve hatine veguhestin jî, piştî ku çûn DYA’yê xistin karantînayê.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo pêşîlêgirtina vê vîrûsê, di nava hewldanan de ye. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku bi tevlêbûna bi sedan pisporan dê di 11-12’ê sibatê de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê konferanseke li dar bixin. Hat ragihandin ku dê lez bidin xebatên derman û derziyên ji bo pêşîlêgirtina vê vîrûsê. Her wiha hat zanîn ku komeke navneteweyî jî dê di demekî nêz de biçe Çînê.

Hêjayî gotinê ye ku berdevkê WHO’yê Tarik Jasarevîç diyar kiribû ku ji bo vîrûsa koronayê ku weke ‘2019-nCoV’ tê zanîn dermanekî bi bandor nîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar