Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Goristana Bêkesan a Meletiyê 267 cenaze hatine definkirin

Nûnerê MEBYA-DER’ê yê Meletiyê Yûsûf Bulut der barê cenazeyên ku di dîrokên cuda de anîne Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Meletiyê û piştre jî li goristana bêkesan hatine veşartin ji MA’yê re axivî. Bulut bang li malbatan kir ku xwedî li cenazeyên xwe derkevin.

Yûsûf Bulut diyar kir ku her çiqas malbat ji bo DNA’yê nimûneyê bidin jî, lê dîsa jî teşhîskirina wan ji 3 mehan heta 6 mehan dirêj dike. Bulut got ku rayedarên dewletê ji wan re dibêjin ku dê encam di nava hefteyekê de diyar bibe lê heta niha qet nedîtine ku cenaze di nava hefteyekê de hatine teşhîskirin.

Sepanên keyfî yên li dijî cenazeyan

Di berdewamê de jî Bulut destnîşan kir ku cenazeyên ku DNA’yên wan û malbatên wan li hev tên jî di danê êvarê de didin malbatan û ev agahî dan: “Piştî dozgeriyê, cenazeyan radestî TEM’ê dikin. Her çiqas ji bo ku cenazeyan bidin TEM’ê biryareke dozgeriyê nebe jî, TEM dibêje; ‘Beriya saet 17.00’an em nikarin cenazeyî bidin.’ Ev sepaneke keyfî ye.”

Cenaze bi zanebûn nayên definkirin

Bi domdarî jî Bulut da zanîn ku nêzî î 2 meh berê 5 cenaze ji Mûşê anîne ATK’ê û wiha domand: “Ji van cenazeyan 4 jê li morgê ne. Heta niha ji van cenazeyan yek jî nedane malbatan. Li gorî qanûnên heyî divê cenaze di nava 15 rojan de bên definkirin. Lê hin caran heta mehek û nîv jî cenaze li morgê tên sekinandin.”

Bang li malbatan kir

Herî dawî jî Bulut ev tişt destnîşan kir: “Herî dawî 3 cenazeyên li Goristana Bêkesan radestî malbatên wan hatin kirin. Lê hê jî 267 cenaze li Goristana Bêkesan in. Nizanim bê ka heta niha çend malbatan ji bo ku cenazeyan wergirin serî li dozgeriyê dane. Ji van cenazeyan hin jê ji Îran û Sûriyeyê ne. Jixwe cenazeyên ji wan herêman tînin nadin malbatên wan. Lê ger ku malbat bê vir û li vir navnîşanekê diyar bike, wê demê cenazeyan didin. Dibêjin li Sûriyeyê birîndar bûne û dema anîn vir jiyana xwe ji dest dane. Navên wan jî em nizanin. Bila malbat bên û ji bo DNA’yê mînaka xwînê bidin. Weke MEBYA-DER’ê em amade ne ku alîkariya wan bikin.” MELETÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar