Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji konferansa li PE’yê: Divê Tirkiye ji Rojava vekişe

16’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî ku Parlamentoya Ewropayê (PE) malovaniyê jê re dike, di roja duyemîn de berdewam dike. Di roja duyemîn de dagirkeriya dewleta tirk û DAIŞ’ê hatin nirxandin.

Rûniştina destpêkê ya roja duyemîn ji hêla Evîn Încîr a swêdî ya ji Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) ve hate birêvebirin. Destpêkê di çarçoveya panela ‘Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê / Rojava’ rewşa li Rojhilata Navîn hate nirxandin. Încîr got ku di demekê ku li ser Rojava êrîş hene de li dar xistina vê konferansê girîng e. Încîr diyar kir ku civata navneteweyî di mijara Rojava de xwe li ker û laliyê daniye. Încîr da zanîn ku li Rojava paqijiya etnîkî tê kirin.

‘Zehmet e ku armancên dewleta tirk pêk bên’

Her wiha ji Zanîngeha Tennesse ya li DYA’yê Kirmanc Gundî di roja destpêkê de axivî û ev tişt destnîşan kir: “Erdogan li pey zindîkirina Împaratoriya Osmanî ye. Zehmet e ku Tirkiye van armancên xwe pêk bîne. Tirkiyeyê bi israr rastiya guhertina cîhanê ji nedîtî ve hat. Qebûl nekir ku Împaratoriya Osmanî di dîrokê de maye. Tirkiye welatekî mozaîk e. Lê belê ji ber nêzîkatiyên nîjadperest û ji ber Destûra Bingehîn a nîjadperest, hem li hundir hem jî li derve di nava şer de ye. Divê di serî de Destûra Bingehîn bê guhertin û hemû nasnameyên etnîkî esas bên girtin. Ji bo vê jî divê dewletên rojavayî dawî li durûtiya xwe bînin. Ger dewletên rojavayî êrîşên dewleta tirk nepejirandibûna, ev rewş rû ne dida. Ji bo bidawîkirina vê polîtîkaya dagirkeriyê divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”

‘Divê Tirkiye ji Rojava vekişe’

Ji Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarkayê Soren Sondergaard jî li ser pirsa ‘Kurd girê Gorîdon e yan jî ew mifte ye ku dikare her tiştî veke?’ nirxandin kir û wiha got: “Hêzên emperyal naxwazin pirsgirêkên li herêmê çareser bibin. Çareseriya meseleya kurd dê aştiyê bîne herêmê. Pirsgirêka kurd bi demokratîkbûna herêmê dikare çareser bibe. Divê pêşveçûna pêşverû ya tevgera kurd bidome. Divê piştgirî ji nêrîna konfederalîzma demokratîk re bê dayin û şerê li Rojava bê rawestandin. Divê Tirkiye ji Rojava vekişe. Ji bo vê armancê divê em hin pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bikin.”

‘Fransa û YE deyndarên kurdan e’

Di konferansê de ji koma Çep a Yekbûyî/Çep a Kesk a Bakur (GUE/NGL) Leîla Chaîbî ya fransayî jî axivî û ev tişt anî ziman: “Di dema dagirkeriyê de li Fransayê nerazîbûneke girîng derkete hol. Lê belê serokkomarê Fransayê tenê bi devkî nerazîbûn nîşan da. Em dizanin ku êrîşên DAIŞ’ê yên li Fransayê, li Sûriyeyê hatin plankirin. Ger ne ji têkoşîna kurdên li Rojava bûya, dê êrîşên cuda jî bihatina kirin. Kurdan berdêleke giran dan. Lewma Fransa û Yekitiya Ewropayê deyndarê kurdan e. Beriya her tiştî deynekî me yê demokratîk heye. Kurdan li herêmeke tevlihev modeleke aştiyane xistin meriyetê. Tecrûbeya Rojava bû çavkanî ji Ewropayê re.”

Herî dawî jî ji Belçîkayê rojnamevan Ferda Çetîn axivî û wiha got: “Kurd piştgiriya ku hêjayî wê ye hîn jî nedîtine. Civaka navneteweyî di pratîkê de piştgiriyê nade. DAIŞ hîn gefê dixwe û niha li gelek herêmên cîhanê bi dehan ‘DAIŞ’ hene. DAIŞ li herêmên desthilatdariyê yên ku Ewropa piştgiriya wan dike derdikeve holê, bi pêş dikeve.” BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar