Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

KCD’ê ji bo bobelata li Miksê 2 roj şîn ragihand

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê bobelata aşûtê ya li navçeya Miks a Wanê ku herî kêm 41 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD’ê diyar kir ku ji bo kesên di aşûta li Miksê de jiyana xwe ji dest dane 2 roj şîn radigîhinin.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:

“Ligel hêj birînên erdheja li Xarpêtê nehatibûn başkirin, vêcarê jî li navçeya Miks a Wanê aşût hat û vê jî di nav gelê me de rê li ber şînê vekir. Ji ber karaseta aşûtê, li hêlekê ji bo xilaskirina mirovên me gelê me ket nava seferberiyê û li hêla din jî civak ket nava xemgîniyeke mezin.

Em ji malbatên mirovên xwe yên di bin aşûtê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û sebrê dixwazin. Her wiha Xwedê rehma xwe li kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane bike. Em silametiyê ji birîndaran re jî dixwazin.

Tê xwestin ku bûyerên xwezayî weke ku tiştekî asayî yê gelê me her tim rast lê tê bê nîşandan. Lê ev rast nîne. Dema mirov hinek li van bûyerên xwezayî dinêre, dibîne ku di bingeha wan de xemsariyeke dîrokî û siyasî heye. Hemû raya giştî jî bi vê rastiyê dizane.

Dibe ku mirov aşûta ji ewil heta astekê weke qewimîneke xwezayî bibîne. Lê negirtina tedbîran, ewlehiya ji bo rê, kêmasiyên amadekariyên teknîkî û paşguhkirina daxwazên ji bo wê rêyê ya ji hêla rayedarên wê herêmê ve nîşan dide ku ya li Miksê qewimî ne qeder, encama bêberpisyariyê ye.

Karaseta duyemîn a aşûtê jî ji ber negirtina ewlehiyê, israr û bêaqiltiya siyasetê û bê berpirsiyariyê rû da. Wekî ku di çapemenî û nav raya giştî de tê diyarkirin, li gel hemû hişyariyan jî komeke siyasetmedar bi piştgiriya hewayî û wesayîtên zirxî di herêma aşûtê re derbasbûne û rê li ber karaseta duyemîn vekirine. Ev tevger rê li ber aşûtê vekiriye.

Desthilatdariya AKP’ê hatiye asta ku di nava krîzan de rê li ber krîzên nû veke. Ev siyaseta ku jiyana mirovan paşgûh dike, dixwaze bûyerên xwezayî jî veguherîne berjewendiyê û bixe nava talûkeyê. Li cihê ku pirsgirêkan çareser bike, kûrtir dike. Divê temamiya raya giştî êdî bibîne ku desthilatdariya AKP’ê ji bo civakê xetereyeke mezin e.

Li ser vê bingehê em raya giştî di mijara Miksê de vedixwînin hestiyariyê. Piştevaniya bi malbatên xizmên xwe di vê bobelatê de winda kirin re, helwestekî mirovî ye. Wek KCD’ê ji bo parvekirina êşê, em du rojan şînê radigihînin. Di dema bûyerên bi vî rengî de em helwesta gelê xwe ya piştevaniyê dizanin. Bi vê hestiyariyê; di serî de li gelê xwe, em bang li hemû saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî dikin ku bi gelê Miksê re bikevin nava hevkariyê. Gelê Wanê dê tenê bi siyaseta samîmî, bêberjewendî û bi ruhê piştevaniyê bikaribe germ bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar