Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şandeyeke ji Bakur çû Mexmûrê: Divê kurd dijminahiya hev nekin

Di 17’ê tîrmeha sala 2019’an de berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose di restauranta Hoqqabaz a Hewlêrê di encama êrîşekedê hate kuştin. Piştî kuştina endamê MÎT’ê, hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Wargeh ev nêzî 8 mehin di bin ambargoyê de ye. Ji ber ambargoyê heta niha gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û rewşa li wargehê jî roj bi roj xerabtir dibe.

Ji bo piştgiriya bi welatiyên wargehê, şandeyeke ji bakurê Kurdistanê ku ji hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, endamê rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) Hozan Kardaş, serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmed Kamaç, endamê Rêveberiya Partiya Azadî Cemal Sati, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û hevserokên Nûnertiya HDP’ê yên Hewlerê pêk dihat serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin.

Heyet ji aliyê hevserokên Meclisa Gel, Meclisa Îştar û hevşaredarên wargehê ve hatin pêşwazîkirin. Piştre heyet derbasî Meclisa Gel bû û li wê derê li ser rewşa dawî ya kampê bi hevserokên Meclisa Gel û hevserokên Meclisa Îştarê re axivîn. Heyet piştre jî derbasî Saziya Malbatên Şehîdan bû û li wê derê ji aliyê bi sedan şêniyên wargehê ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê xelkê Mexmûrê, hevserokê Meclisa Gel Hecî Kaçan xêrhatina heyetê kir û ji bo serdanê spasiya wan kir.

‘Divê kurd dijminatiya hev nekin’

Piştre hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di serdanê de axivî û wiha got: “Wek tê zanîn gelê Mexmurê wek gelê Botanê di salên 1990’an de ji ber zilma dewleta tirk berê xwe da başûrê Kurdistanê û serî ji zilma dewleta tirk re netewand. Her çiqas Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava kiribin çar parçe jî, ji bo gelê kurd Kurdistan yek parçeye. Em nahêlin me ji hevdû veqetînin. Em weke KCD’ê û wek partiyên Bakur, ji nêz ve rewşa Mexmûrê dipirsin û hewldanên me berdewamin. Ev ambargo û êrîş nayên qabûlkirin. Pêwîste kurd bi kurdan re dijminahiyê nekin. Li tu devera cîhanê dewletek dostê kurdan nîne. Ji bo gelê kurd nebe xwedî îrade, dewleta tirk dijminahiyek mezin dike. Pêwîste em kurd dijminê xwe nas bikin. Çend caran Mexmûr hat bombebarankirin lê tu dewletek hesab jê nexwest.”

‘Xetereyeke mezin li ser Mexmûrê heye’

Piştre jî parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Em ji bo tifaqa neteweyî hatin başûrê Kurdistanê. Îro Mexmûr hem ji aliyekê ve dibin dorpêçê de ye û hem jî êrîşên DAIŞ’ê li ser hene. Gelê Mexmûrê di nava şert û mercên zehmet de ye û xetereyeke mezin li ser jiyana wan heye. Ji bo rakirina dorpêç û ambargoyê em di nava hewldanan de ne. Em dixwazin dengê Mexmûrê bigihînin her derê.”

Serokê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî diyar kir ku ew ê heya dawiyê ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê di nava hewldanan de bin û tişta ji destê wan were dê bikin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar