Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku malbatan herî dawî di 5’ê hezîranê û 12’ê tebaxa 2019’an de, hevdîtin bi xizmên xwe re kiribûn. Ji 12’ê tebaxa 2019’an ve jî hemû serlêdanên malbatan hatin redkirin. STENBOL