Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Miksê xebatên lêgerînê berdewam in

Di 4’ê sibatê de li ser rêya di navbera navenda Wanê û navçeya wê ya Miksê de dema ku mînûbûseke rêwiyan ber bi navçeyê ve diçû, aşût bi ser de hat û di bin aşûtê de man. Di roja destpêkê de di encama xebatên lêgerînê de 6 welatî hatibûn rizgarkirin û cenazeyê 5 welatiyan jî hatibûn derxistin. Ji bo derxistina cenazeyên du welatiyên din jî xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin.

Li gorî agahiyan, di roja duyemîn de dema ku bi tevlêbûna welatiyan, xebatkarên rizgarkirinê, leşkeran û cerdevanan lêgerîn dihatin kirin, siyasetmedarekê AKP’ê xwest ku rê ji bo wî bê vekirin da ku biçe li cihekî xwarinê bixwe. Xebatkaran jî dema dixwestin ji bo siyasetmedarê AKP’ê rê vekin, ji ber dengê makîneyên kar aşût careke din hat û zêdetirî 50 kes di bin aşûtê de man. Ji kesên di bin aşûtê de mane heta niha cenazeyên 41 kesan hatin derxistin. Her wiha 6 jê giran bi giştî 81 kes jî birîndar bûn. Ji bo derxistina cenazeyên din jî xebatên lêgerînê tên meşandin.

14 cenaze hatin definkirin

Li hêla din, xebatên ji bo definkirina kesên di bin aşûtê de jiyana xwe ji dest dane jî didomin. Di vê çarçoveyê de 4 jê li navenda Wanê û 10 jî jê li navçeya Şaxê, bi giştî cenazeyên 14 welatiyan hatin definkirin. Tê payîn ku cenazeyên welatiyên din jî li goristanên cuda bên veşartin. Li gel vê yekê li gelek deveran şîn hatin danîn.

Şandeyeke HDP û DBP’ê çû Wanê

Bi munasebeta bobelata li Miksê, şandeyeke ku ji hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û siyasetmedaran pêk dihat, duh hatin bajêr û birîndarên li nexweşxaneyan ziyaret kirin. Îro jî Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz hat bajêr. Aydenîz dê li navenda bajêr û navçeya Şaxê, biçe sersaxiya malbatên xizmên xwe di aşûtê de winda kirine.

Hêj nû mifetîş hatin peywirdarkirin

Tevî bobelata li Miksê, rayedarên dewletê bi daxuyaniyên sosret bi xemsar nêzî bûyerê dibin. Tevî ku 3 roj bi ser bobelatê re derbas bûn, wezareta karên hundir ji bo lêkolînkirina bobelatê hêj nû 3 mifetîş peywirdar kirin.

Li herêma aşûtê, xebatên lêgerînê yên ji bo Mehmetcan Taşdemîr ê di bûnya Serokatiya Daîreya Agirkûj a Şaredariya Bajarê  Mezin  a Wanê de karê agirkujiyê dikir, dewam dikin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar