Bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jina Kurd a Fransayê (TJK-F), li Vîlleneûve Saînt Georges a Parîsê bi dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî’ meşa dirêj hate destpêkirin. Starta meşê saet 12:00’an de ji pêşiya şaredariya Vîlleneûve Saîntê dest pê kir.
Li pêşiya şaredariyê seroka Şaredariya Vîlleneûve Saînt Georges Sylvîe Altman û endamê Desteya Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan axivîn. Altman diyar kir ku divê di serî de Fransa, têkoşîn û fedekariya jina kurd û gelê kurd a li dijî çeteyên DAIŞ’ê nîşan dayî ji bîr neke. Altman destnîşan kir ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Ocalan bê azadkirin.
Mûrat Ceylan jî anî ziman ku bi boneya salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan şermezar kir û wiha domand: “Bi komploya navneteweyî xwestin pêşî li ramanên Rêber Apo bigirin. Lê ev hewldan bi lehengî û berxwedana fedayî ya Rêber Apo û hevrêyên wî vala derket. Heta Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin dê berxwedana me bidome.”
Hat zanîn ku di çalakvan dosyayeke têkildarî tecrîd û komploya li ser Ocalan, radestî rayedarên dewletê bikin.
Tê payÎn ku meş di roja yekşemê saet di 13:00’an de bi mîtîngekeke girseyî li Qada Repûblîqûeyê bi dawî bibe. PARÎS