Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

MED TUHAD-FED’ê kongreya xwe ya asayî li dar xist

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED) bi dirûşma ‘Ji tecrîtê re na û ji girtiyên siyasî re azadî’, li Otêla Demîr a li Sûr a Amedê 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Dîwana Hevserokatiyê ya KCD’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Di kongreyê de dirûşmên ‘Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî’ , ‘Silav silav ji Ocalan re hezar silav’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

Piştî hilbijartina dîwanê, deqeyek rêz hat girtin. Axaftina vekirinê ya kongreyê ji hêla endama MED TUHAD-FED’ê Leyla Ayaz ve hat kirin. Ayaz got ku sepanên di serdema Darbeya 12’ê Îlonê de îro jî didomin. Ayaz diyar kir ku divê partiyên li meclisê vê rewşê bixin rojeva xwe û sereraskirinên qanûnî çêbikin.

Li ser navê Şaxa MED TUHAD-FED’ê ya Stenbolê jî Mehmet Temîzyuz axivî û ev tişt anî ziman: “Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî pêk hat. Komploya li ser birêz Ocalan hê jî didome. Heta komplo bi temamî neyê şikandin dê azadî neyê Rojhilata Navîn û Kurdistanê.”

‘Girtiyên di zindanan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî’

Piştre jî hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: “Bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Bi awayeke derqanûnî tên girtin. Binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin. Di pêvajoyeke wiha de lidarxistina kongreyê pir girîng e. Bi hezaran siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne.  Bi hezaran girtiyan di zindanan de jiyana xwe ji dest dan. Di serî de Girtîgeha Amedê, ez hemû kesên di wehşeta 12’ê Îlonê de li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim.”

Buldan diyar kir ku her kesên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê didin niha girtî ne û wiha domand: “Dixwazin van kesan li girtîgehan bêbandor bikin. Vê axê şahidiya gelek sepanên dij mirovahî kiriye. Bedela herî giran li girtîgehan tê dayîn. Di dîroka komarê de tu caran bi qasî niha kes nehatine girtin. Her kesê/a AKP’ê rexne dike niha di girtîgehê de ye. AKP rehîn digire. Yên bêsûc di girtîgehan de ne lê kujer li derve digerin.”

‘Birêz Ocalan her dem aştî parast’

Piştre jî Buldan bal kişand ser tecrîda girankirî  ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha derbirî: “Ev 21 sal in birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Dema bi kêrî karê siyasetmedarên vî welatî tê, parêzeran dişînin Îmraliyê. Lê di rewşên berevaj de nahêlin tu kes biçe. Birêz Ocalan her dem aştî parast. Ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn serwer be, her tişt kir. Weke birêz Ocalan dibêje, pêdiviya vî welatî bi aştî, demokrasî û azadiyê heye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Qanûnên ji bo girtiyên din çi bin, heman qanûn divê ji bo birêz Ocalan jî derbasdar bin. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Niha ne tenê birêz Ocalan, hemû girtîgeh û Tirkiye di tecrîdê de ye.”

Rewşa girtiyên nexweş

Bi domdarî jî Buldan bal kişand ser rewşa girtî û hikumxwaran û wiha axivî: “Îro bi sedan girtiyên nexweş hene. Berdana girtiyên nexweş yek ji xalên pêvajoya çareseriyê bû. Birêz Ocalan tim dibêje divê girtiyên nexweş werin berdan. Divê ev girtî di zûtirin dem de bên bedan û şert û mercên girtiyan bên başkirin.”

Endamê Dîwana hevserokatiya KCD’ê û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari jî da zanîn ku azadî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Endamê MED TUHAD-FED’ê yê Amedê Yûsûf Çakas jî hemû girtî silav kir û xwest ku girtiyên nexweş bên berdan.

Hevserok hatin hilbijartin

Piştî axaftinan hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de Hava Ozcan weke seroka rûmetê ya MED-TUHAD-FED’ê û Mehmet Temîzyuz û Elîf Haran jî weke hevserokên MED-TUHAD-FED’ê hatin hilbijartin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar